Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Di meha çileyê de 43 jin hatin kuştin

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, rapora xwe ya meha çileyê ya sala 2019’an aşkera kir û diyar kir ku  di meha çileyê de 43 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora xwe ya meha çile ya sala 2019’an a derbarê tundiya li ser jinan de, bi raya giştî re aşkera kir. Li gorî rapora ku hat amadekirin, îstîsmara zarokan û tundiya zayendî ya li ser jinan zêde bûne.

Di raporê de hat diyarkirin ku di meha çileyê de 43 jin hatin kuştin, îstîsmar û tundiya zayendî ya li dijî jin û zarokan berdewam dikin. Hat ragihandin ku di nava cînayetên jinan ên di meha çileyê de pêk hatin, 10 jê bi guman in û wiha hat gotin: “Ger tedbîr neyên girtin, ceza neyên dayîn û sûcdar neyên dîtin û darizandin dê tundiya li ser jinan zêdetir bibe.”

Li gorî raporê bajarên jin hatine kuştin wiha ne: “Li Edeneyê 4, li Stenbolê 3, li Eskîşehîrê 3, li Enqereyê 2, li Îzmîrê 2, li Konyayê 2, li Hatayê 2, li Meletiyê 2, li Edîrneyê 2, li Bartînê 1, li Burdurê 1, li Denîzlî 1, li Duzce 1, li Qeyserî 1, li Kirşehîrê 1, li Kocaelî 1, li Kutahya 1, li Manîsa 1, li Mugla 1, li Mêrsîn 1, li Ordu 1, li Osmaniye 1, li Sakarya 1, li Rija 1, li Trabzon 1 û Zonguldak 1, bi giştî 43 jin hatin kuştin.”

Her wiha di heman demê de di raporê de hat diyarkirin ku 30 jin rastî êrîşên zayendî hatine û hejmara rastîn ji vê zêdetir e û îstîsmarên li ser zarokan jî berdewam dikin. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar