Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Di nav 3 salan de 349 zarok ducanî bûn!

SAMER li bajarên bakurê Kurdistanê de derbarê welîdina zarokan de xebatên xwe aşkera kir. Li gorî xebata ku hatine kirin di nav 3 salan de 349 zarok hêj di 15 saliya xwe de zarok aniyê dinê

Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk a Civakî (SAMER), encama xebata xwe ya derbarê welidîna di temenê biçûk de ji raya giştî re aşkera kir. Xebat li ser daneyên Dezgeha Îstatîstîk a Tirkiyeyê (TUÎK) ya salên 2015 û 2018’an sûd hatiye girtin.

Li gorî encama xebatê 20 bajarên li herêmê 349 zarok hêj 15 salî  biçûktir zarok anîne dinê.

Li gorî xebatê di navbera salên 2015 û 2018’an, li Agiriyê bi tevahî 7 hezar 721 ango ji sedî 12,82, li Mûşê 5 hezar 359 ango ji sedî 12,28 û li Qersê ji 2 hezar 673 ango ji sedî 11,71 zarok hêj di temenê 15 û 19 salî de zarok anîne dinê. Li gorî daneyan herî zêde li Agirî, Mûş û Qersê zarok di temenên xwe yî biçûk de ducanî dibin.

SAMER’ê di xebatên xwe de bal kişand ser daneyên zarokên ku di temenê 15 salî de zarok anîne dinê û wiha got: “Li gorî daneyên salên 2015 û 2018’an a TUÎK’ê, li Colemêrgê ji sedî 0,08 ango 19, li Qersê ji sedî 0,07 ango 15 û li Îdirê jî ji sedî 0,05 ango 8 zarok di temenê 15 salî de zarok anîne dinê.”

Li gorî daneyan 349 zarok hêj di 15 saliya xwe de zarok anî dinê û her wiha 35 hezar 258 zarok jî hêj di temenê 16 û17 saliyê de bi zorê hatine zewicandin.

Her wiha SAMER di raporê de diyar kir ku ev tişt tê wateya îstîsmarkirina zarokan û divê tedbîr bên girtin.  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar