Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Di şerê 24 saetan de 20 çete û leşkerên tirk hatin kuştin

HSD’ê bi daxuyaniyekê encama şer û pevçûnên 24 saetên dawî aşkera kir. HSD’ê diyar kir ku di encama şer û pevçûnan de 20 çete û leşker hatin kuştin û 15 şervanên wan jî şehîd bûn

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî encamên şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên bi dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê re daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.

HSD’ê destnîşan kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû hêza xwe ya teknîkî, ji bejahî û hewayî ve êrîşên xwe yên dagirkeriyê domandin û li dijî van êrîşan, hêzên wan jî di çarçoveya parastina rewa de bersiv dane.

Daxuyanî wiha dom kir:

TIL TEMIR

* Artêşa tirk a dagirker û komên wê yên çete bi çekên giran, tang û balafirên bêmirov êrîşî gundên Tewîl, Dibsa, Menacîr û Um El Kêf kirin. Di encama bersivdayîna hêzên me de şerekî dijwar rû da û bi giştî 9 çeteyên artêşa dagirker a tirk hatin kuştin.

ZIRGAN

* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li ser gundên Bab El Ferec, Til Mihemed, Dawidiyê, Xişmê û Zirganê domandin.

EYN ÎSA

* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li derdora gundên Berberiyê, Şergirad û El Nasiriyê bi çekên giran, tang û balafiran êrîşên xwe domandin. Di encama bersivdana hêzên me de 11 çete û leşkerên dagirker hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn. Her wiha hêzên me dest danîn ser çekeke AK-47. Êrîşên dagirkeran hatin şikandin.

* Bi giştî di encama bersivdayîna hêzên me û şerên ku qewimîn de 20 çete û leşker hatin kuştin û 6 jê birîndar bûn,  hêzên me çekeke AK-47 desteser kir û tangek jî derb kir.

* Di vê berxwedanê de 15 hevalên me jî şehîd bûn û 13 jî birîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar