Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Di şerê li Lîbyayê de 32 kes hatin kuştin

Di encama şer û pevçûnên li paytexta Lîbyayê Trablusê de herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dan. Wezîrê tenduristiyê da zanîn ku gelemperiya kesên jiyana xwe ji dest dane sivîl in

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Yekitiya Neteweyî ya Trablusê têkildarî encamên şer û pevçûnên dawî, daxuyaniyek da. Der barê mijarê de wezîrê tenduristiyê Amîd Omar ji televîzyona El Ahrar a Lîbyayê re axivî û diyar kir ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de gelek sivîl hene lê hejmara giştî ya sivîlan aşkeran nekir.

Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ya general Halîfa Haftar da zanîn ku di êvara roja şemiyê de di encama şer û pevçûnan de 14 şervanên wan mirîn e. General Haftar anî ziman ku ew dixwaze paytext Trablusê bi dest bixe.

Êrîşên hewayî pêk anîn

Di roja yekşemê de li nêzî Trablusê di navbera aliyan de şer qewimî. Li gorî agahiyan, şer bi giranî li Wadî Rabî û derdora balafirgeha navneteweyî yên li başûrê paytext Trablusê, rû da. Yekîneyên Haftar diyar kirin ku li banliyoya başûr a Trablusê di roja yekşemê de yekem êrîşa pêk anîne.

Haftar dixwaze serweriya xwe berfirehtir bike

Hêzên ser bi serokwezîrê hikûmeta Trablusê ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê naskirin Fayez El Sarraj ragihand ku pêr êrîşa hewayî pêk anîne. Operasyona Haftar di 4’ê nîsanê de dest pê kir. Haftar ku li rojhilatê Lîbyayê serdest e, bi kontrolkirina Trablusê re dixwaze serweriya xwe ya li aliyê rojava jî berfireh bike. TRABLUS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar