Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Di xwepêşandanan de 3 kes hatin qetilkirin

Di xwepêşandanên duh û şevê din ên li parêzgehên Helebce û Silêmaniyê de 3 kes şehîd bûn û 52 jî birîdar bûn. Her wiha serokê Fraksiyona PDK’ê Umêd Xoşnaw jî gef li xwepêşandaran xwar

Di xweşêndanên duh û şevê din de di encama gulebarana hêzên asayîş û parêzvanên baregehên partiyan de 3 ciwan şehîd bûn û 52 kes ji birîndar bûn.

Li Çemçemal Adam Yehya, li Kifrê Ako Silêmanî û li Derbendîxan Serbest Osman şehîd bûn û 52 kes jî bi guleyên çekê birîndar bûne.

Li gorî agahiyan, li Derbendîxan 11 kes birîndar bûne. Li Germiyan gule li milê xwepêşanderek ciwan ket û rakirin xweşxaneya Silêmaniyê.

Li parêzgeha Helebceyê ji aliyê parêzvanên malbenda YNK’ê ve 3 xwepêşander hatin birîndarkirin.  Li Şarezûr 20 xwepêşander birîndar bûn ku piraniya wan ji aliyê parêzvanên baregeha PDK’ê ve hatin birîndarkirin, ji van 18 bi çifteyê hatine birîndarkirin.

Li Seyîdsadiq di gulebarana parêzvanên baregeha PDK’ê ve 2 xwepêşander birîndar bûn. Li Çemçemalê kesek şehîd bû û hinek birîndar bûn. Li Pîremegronê 10 kes birîndar bûn. Li Ranyayê jî 4 xwepêşander birîndar bû.

Di 2’yê kanûnê de li Silêmaniyê li dijî derengketina mûçeyên karmendan, rewça xerab a aborî, nebûna xizmetguzarî û sîstema hikûmraniyê xwepêşandanê destpê kir. Roja piştre hêzên ewlehiyê êrîşî xwepêşanderan kir û alozî derket. Di 6’ê kanûnê de li Pîremegronê xwepêşanderan agir berda baregeha YNK’ê û hewl dan baregeha PDK’ê jî bişewitînin. Lê ji aliyê hêzên ewlehiyê û parêzvanên baregehan ve hatin belavkirin. Duh jî li Seyidsadiqê welatî daketin qadan û baregehên partiyan şewitandin.

Serokê Fraksiyona PDK’ê gef li xwepêşanderan xwar

Serokê Fraksiyona PDK’ê Umêd Xoşnaw ê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê, derbarê xwepêşandanan de, li ser malpera xwe ya facebookê peyamek belav kir.

Umêd Xoşnaw li cihê ku mafê xelkê û xwepêşandera biparêze, gef li xwepêşanderan xwar û wiha got: “Hûn koleyên bê bav û dayik in. Bêrêziya li hemberî reveberên PDK’ê dê bê bac nemîne.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar