Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Dijminahiya dewleta tirk li Colemêrgê zêde bûye

Dewleta tirk a dagirker di demên dawî de li Colemêrgê û navçeyên wê pêkanînên xwe yên wek komkujî, îşknece, girtin, destgîrkirin û talankirina xwezayê zêde kiriye, ku ji pêkûtiyên Rewşa Awarte xerabtir e.

Xelkê Colemêrgê ku di dîroka Kurdistanê de serî li ber tu hêza serdest netewandiye, li hemberî komkujî, îşkence û girtinê ku kiryarên dewleta tirk e, li ber xwe dide. Dewleta tirk van du mehên dawî êrîşên li ser gel û xwezaya Colemêrgê zêde kiriye. Her roj bûyereke din a kuştinê, îşkence, kiryarên xerab, binpêkirina mafên mirovan û wêrankirina xwezayê li vê rewşê zêde dibe.

Şêniyên ku li gundan heywanan xwedî dikin û cotkariyê dikin, her wiha li ser sînor bazirganiyê dikin, dewlet îşkenceyê wan dike, dikuje. Li bajêr ku dorpêçî, kuştina mirovan û binpêkirina mafan tu carî kêm nabe, polîtîkaya bêcezahiştinê jî dewam dike. Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê yên têkildarî hêzên dewletê, komkujî û bûyerên binpêkirina mafên mirovan zêde dibin.

Lêgerîna kêfî û destgîrkirin

Li Geverê taxa Kişla, taxa Orman, Esentepe û navenda sûkê rojên dawî di bin dorpêça leşker û polîsan de ne. Li navenda bajêr û taxên wê, hêzên dewletê bi rengekî kêfî kontrola agahiya giştî (GBT) û lêgerînê li mirovan ferz dikin. 15’ê tebaxê li navenda Colemêrgê û navçeyên Gever û Çelê avêtin ser gelek malan. Dayikên Aştiyê jî di nav de nêzî 30 kes hatin destgîrkirin.

Kuştinên ser sînoran û kolber

15’ê tebaxê li bejahiya Genavê ya gundê Gelêşim ê Şemzînanê di encama êrîşa leşkerên tirk de 2 kolber birîndar bûn. Piştre jî 3 kolber hatin destgîrkirin ku 2 ji wan birîndar bûn. Nayê zanîn ku kolberên navê wan nehate hînbûn bi ku ve birine.

Dijminahî û talana xwezaya Kurdistanê

Li bejahiya Marînûsê şewata ku 10’ê tebaxê destpê kir, berfireh dibe. Tevî ku 9 roj di ser şewatê re derbas bûne, hîn jî li gelek deveran belav dibe. Bi hezaran dar şewitîn û bi vî rengî xweza tê talankirin.

Ava gundan jî birîn

Ava çemê ku diherike gundikê Îsyanê yê ser bi gundê Bêruh ê navçeya Rûbarokê, ji ber qenala ku leşkeran kolandine, hate girtin. Piştî ku ava çem hate birîn, gundî nikarin avê bidin heywanên xwe, di heman demê de nikarin zeviyên xwe jî av bidin. Ji ber ku derbasbûna ji qenalê û çêrandina heywanan li biniya qenalê qedexe ye, gundî mexdûr bûne.

Îşkence

Li herêma Navberojan a navçeya Rûbarokê 25’ê tîrmehê Serhat, Mahmût Serkan Taş û Ercan Ozmen tevî S. Taş heywanên xwe diçêrandin, lê belê leşkeran îşkence li wan kirin û piştre destgîr kirin. Ciwanên hatin destgîrkirin bi rojan îşkence ji leşkeran dîtin.

6’ê tîrmehê dayika 65 salî hate destgîrkirin. Li navenda navçeya Geverê û gundên Bilindbasan û Birdik ên bajêr dewleta tirk avêtin ser malan û 5 kes destgîr kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar