Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

‘Dijminê kurdan û doza wan yek e’

Navenda Nûçeyan |

Mamostayê Zanîngehê Qasim Merzanî diyar kir pirsgirêka Kurd yek pirsgirêk e û got, “Nabe em xwe bi vê şaş bikin bêjin ku statuya me heye û heqê me li ser parçeyên din nîne.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) demek berê bi hinceta vîrûsa koronayê hêzên pêşmerge şandibûn Zînî Wertê. Bi şandina pêşmergeyan re jî balafirên şer ên dewleta tirk noqteyeke gerîlayên PKK’ê bombebaran kir û 3 gerîlayan di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan. Ev provokasyona PDK’ê di raya giştî ya kurdan rastî bertekên tund hatibû û tê. Têkildarî mijarê mamosteyê Zanîngeha Selahadînê bijîşk Qasim Merzanî ji Rojnewsê re axivî.

Qasim Merzanî diyar kir ku hewceye ku gelê kurd dost û dijminên xwe baş nas bike û wiha domand: “Dewletên dagirker tu caran nabin dostên gelê kurd. Lewma divê em nekevin xefika dagirkeran û nebin beşek ji bicihanîna planên wan. Pirsgirêka kurdan yek pirsgirêke. Dagirker bi yek çavî lê dinihêrin. Nabe ku em xwe xelet bikin û bibêjin statuya me heye û heqê me li ser parçeyên din nîne. Heta ku em bi yek destî nexebitin, em ê nekarin xwe bigihînin armancên xwe.”

Herî dawî jî Merzanî ev tişt anî ziman: “Pêwîst e hêzên siyasî yên kurd ji bo ku aloziyên bi heman awayî rû nedin, li dora maseyekê rûnin û peymanekê îmze bikin. Her wiha ji bo ku hêzên siyasî li dora maseyekê bicivin û guftûgo bikin, hewceye cemawerî jî zextê bike.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar