Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Dikandarekê ji Rizgariyê: Min bi boykotê 60 hezar dolar ziyan da dewleta tirk

Dikandar Aso Ednan ê ji bajaroka Rizgariyê ku tiştên erzan difiroşe got ku ew jî tev li boykotkirina malên tirkî bûye û wiha dom kir: “Ji roja destpêkê ve min bihayê 60 hezar dolaran malên derve kirin. Ango min bi qasî 60 hezar dolar ziyan gihand aboriya tirkan.”

Li Başûrê Kurdistanê boykotkirina malên tirkî ku ji ber êrîşên wê yên dagirkeriyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê hatibû destpêkirin, didome. Pêngav boykotê her ku diçe jî berfirehtir dibe. Dikandarê bi navê Aso Ednan ku tiştên erzan difiroşe jî yek ji wan kesên tev li pêngava boykotê bûne ye. Têkildarî mijarê Ednan ji Rojnewsê re axivî.

Aso Ednan anî ziman ku piştî ku pêngava boykotkirina malên tirkî hate destpêkirin, wî tu malên tirkî nekirîne û wiha dom kir: “Gelek bazirganan bi min re peywendî danîn da ku malên wan bikirim. Min ji wan re got ku ger malê tirkan bînin dê ji wan nekirim.”

Ednan got ku bi destpêkirina boykotê re wî li şûna malên tirkî, malên welatên din kiriye û wiha bi dawî kir: “Welatî jî ji min razî ne. Gelek welatî ji ber boykotê destxweşî li min kirin. Ji roja destpêka boykotê heta niha min bihayê 60 hezar dolaran malên welatên din kiriye. Ango bi qasî 60 hezar dolar min ziyan gihand aboriya dewleta tirk. Malên din ên tirkî yên beriya boykotê min kirîn û mabûn jî, min bi bihayekî erzan firotin.” KELAR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar