Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 26 Nisan 2025

Dilop bi hejmara nû derket

Kovara Dilopê bi hejmara xwe ya 6’emîn a dosyaya rewşenbîrê kurd Tarik Ziya Ekîncî derket û gihîşt xwîneran

Hêjmara 6’emîn a kovara çand, huner û polîtîkayê Dilop a du mehan carekê derdikeve, bi hejmara xwe ya nû derçû.

Kovara Dilopê bi dîrûşma ‘Bi evîna rastiyê, bo sala nû…’ di vê hejmara çile û sibatê de cih daye hevpeyvîna bi rewşenbîrê kurd Tarik Ziya Ekîncî re û ev hevpeyvîn wek dosyaya vê hejmarê bijartiye. Dîroknas-nivîskar Erdogan Aydin li ser jiyan, xebat û rewşa dawî ya pêvajoya siyasî bi Ekîncî re hevpeyvîn kiriye. Dilopê di vê hejmara xwe de bi nivîskar-akademîsyenê kurd Selîm Temo re jî li ser pirtûka wî ya bi navê ‘Kurdên Xoresanê’ hevpeyvîn kiriye.

Elmas El Kurdî

Ji nivîsên kurdî, Zeyneb Yaş bi sernavê ‘Dayika Muzîka Kurdî: Elmas El Kurdî’ gotara xwe pêşkêş kiriye. Elmas El Kurdî ku li Bexdayê karê muzîka kurdî kiriye deriyên xwe li gelek hunermendên kurd yên wê demê vekiriye. Yaş bi vê nivîsê ew careke din bi bîr aniye û derxistiye pêşberî muzîkhezan.

Berpirsê kovarê Reşo Ronahî nivîseke balkêş a bi sernavê ‘Termînolojiya Bebikan’ nivîsandiye. Di vê nivîsê de, Ronahî rahiştiye dengên ku zarok derdixin, peyvên bi lêv dikin û maneyan wan nivîsandiye. Bi vê yekê jî gihîştiye termînolojiya zarokan. Çîdem Baran jî bi navê ‘Li ser şevê, heyvê û lêgerînê’ li ser tabloyên nû yên wênesaz Fewzî Bîlge nivîsek nivîsandiye. Dûrzan Cîrano ku di her hejmarê de beşa ‘Teyr û tûr’ vala nahêle, di vê hejmarê de jî ‘Teyrê Tawis’ daye nasandin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar