Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê dest bi kampanyaya îmzeyan kir

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) û Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) metneke hevpar ku ji 7 daxwazan pêk tê bi raya giştî re parve kirin û bang kirin ku hemû kes îmze bike.

Metna hevpar wiha ye:

“Ji bilî karên bingehîn, ji neçarî, mal ên lezgîn û xizmetê, karên din hemû di pêvajoya şewbê de tavilê bên rawestandin.

* Di dema şewbê de derxistina ji kar divê bê qedexekirin, piştgirî ji esnafên biçûk re bê dayin, ji xebatkaran re destûra bi mûçe bê dayin û mûçeyê bêkaran bêşert ji mirovên bêkar re bê dayin.

* Deynên krediyan, fatûreyên av, ceryan, xaza xwezayî û ragihandinê di dema şewbê de bêyî bên zêdekirin bên taloqkirin.

* Saziyên tenduristiyê yên taybet di vê demê de ji kontrola cemaweriyê bên derbaskirin, welatî bêşert karibin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê û ev xizmet jî bêpere be.

* Di koodînasyona têkoşîna dijî şewbê de divê disiplîneke tund hebe, nêzîkatiyeke bi zanistî bê nîşandan û agahî bi rengekî aşkera bên parvekirin.

* Di serî de li gel bijîşk û xebatkarên tenduristiyê û şaredariyê, di karên ji neçarî hemûyan de di serî de ekîpmanên parastinê, hemû kêmasî bên çareserkirin, bawerî ji wan re bê dayin ku karê wan ranaweste û her kesên di vî karî de dixebitin bi rêk û pêk di testê de bên derbaskirin.

* Di dema şewbê de ji bo mirovên xizan, koçber û girtî/hikûmxwaran ku weke mirovên dezavantaj tên dîtin, tevdîrên qanûnî û pratîkî yên ku tenduristî û jiyana wan biparêzin bi cih bên.”

Ji bo forma îmzeyê: http://disk.org.tr/2020/03/disk-kesk-tmmob-ve-ttbnin-yedi-acil-onlem-metni-imzaya-acildi/ ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar