Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Divê cezayê Pexşan Ezîzî demildest were betalkirin

Kongra Star daxuyand ku ew ê çalakiyên bi daxwaza betalkirina cezayê darvekirina Pexşan Ezîzî berdewam bikin û got: “Divê cezayê darvekirinê ya çalakvan Pexşan Ezîzî ku hatiye erêkirin, demildest were betalkirin.”

Rejîma Îranê cezayê darvekirna rojnameger û çalakvan Pexşan Ezîzî erê kir û jiyana wê her kêlî di bin xetereya darvekirnê de ye. Ji bo rawestandina cezayê darvekirinê li gelek deveran çalakî û xwepêşandan tên lidarxistin. Meclisa Kongra Star têkildarî cezayê darvekirinê yê li dijî çalakvan Pexşan Ezîzî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Meclisa Kongra Starê diyar kir ku rejîma Îranê bi zihniyeta xwe ya otorîter û despotîk, siyaseta xwe ya çewisandinê yên li dijî her kesê ku gotina heqîqet û azadiyê bîne ziman û bi taybetî li hemberî jinên berxwedêr didomîne.

Kongra Starê destnîşan kir ku biryara darvekirinê ya li dijî çalakvan Pexşan Ezîz rûyê rastîn ê pergala meleyan aşkere dike. Hate diyarkirin ku ev rejîm hewl dide bi rêya pêkanîna zextan li ser gel û jinan krîzên xwe yên bi derve re binxumîne. Di daxuyaniyê de Pexşan Ezîzî wekî “sembola jina azad a li hemberî alava çewsîner tê dikoşe” hat pênasekirin. Bang li tevahî jin û civakan hate kirin ku li hemberî siyasetên pergala despotîk û qirkirinê têkoşînê mezin bikin û wiha hat gotin: “Em ê çalakiyên xwe berdewam bikin ta cezayê darvekirinê were betalkirin û siyasetên qirkirinê yên li dijî îradeya jin û civakên azadî werin bidawîkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar