Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 19 Nisan 2025

‘Divê dewleta tirk weke hêza dagirker bê naskirin’

Nûnerê Maloca Maloca Internationale, Leonardo Rodriguez diyar kir ku dewleta tirk bi êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Sûriye û Iraqê, hiqûqa navneteweyî binpê dike û destnîşan kir ku divê dewleta tirk weke hêzeke dagirker bê naskirin.

Rêxistina civakî ya sivîl Maloca Internationale raporek pêşkêşî Rûniştinên 80’emîn a Komîteya Li Dijî Êşkenceyê ya NY’ê kir. Rûniştin li Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî di 8’ê tîrmehê de destpê kir û wê heta 26’ê tîrmehê dewam bike. Rêxistina Maloca Internationale ku di bin sîwana NY’ê de xebat dimeşîne, li qada navneteweyî bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de diqewimin. Yek ji nûnerên Maloca Internationale, Leonardo Perez ji ANF’ê re nirxandin kir.

Leonardo Rodriguez Perez diyar kir ku wan ji bo ku Tirkiye li Sûriye û Iraqê weke hêza dagirker bê naskirin, rapor pêşkêşî rûniştinên 80’emîn a Komîteya Li Dijî Êşkenceyê ya NY’ê kir. Perez ev tişt got: “Armanca me û ya vê rapora ku me pêşkêş kirî, ew e ku ev şer di çarçoveya quralan de bê çareserkirin. Yanî em difikirin ku çareseriya herî baş ev e, yanî Tirkiye weke hêzeke dagirker bê naskirin. Bi rastî jî eger Tirkiye weke hêzeke dagirker bê naskirin, di çarçoveya hiqûqa mirovî ya navneteweyî de em ê hîn zêdetir bikarin Tirkiyeyê ji ber kiryarên wê, weke berpirsyar nîşan bidin.”

Leonardo Rodriguez Perez anî ziman ku di rûniştinên 16, 17 û 18’ê Tîrmehê yên li ser Tirkiyeyê tên lidarxistin de, ew ê pêşniyarê ji Komîteya Li Dijî Êşkenceyê ya NY’ê re bikin da ku Tirkiye li Sûriyeyê weke hêzeke dagirker bê naskirin. Perez ev tişt jî ragihand: “Komîte divê li herêmên dagirkirî li dijî êşkenceyê hîn zêdetir xebatê bimeşîne. Tirkiye ji derveyî sînorên xwe li Sûriye, bakurê Sûriyeyê bi kiryarên xwe bi zorê mirovan ji cihên wan dike. Tê dîtin ku ev mirov bi xeteriya êşkenceyê re rû bi rû dimînin. Ji xwe Peymana Li Dijî Êşkenceyê ya NY’ê qedexe kiriye ku mirov bi zorê ji cihên xwe bên kirin.”

Leonardo Rodriguez Perez destnîşan kir ku Tirkiye hiqûqa navneteweyî binpê dike û wiha bi dawî kir: “Di rewşa heyî de xaka yek yan jî du welatên cîran binpê dike. Em qala beşekî Sûriyeyê dikin, lê di heman demê de xaka Iraqê jî binpê dike. Tirkiye ji ber van pêkanînên xwe nayê darizandin, ji ber ku parçeyekî NATO’yê ye. Eger hûn parçeyekî ‘klûba’ NATO’ê yê bin, hûn ê bên parastin. Hûn ê her tiştê bikin, ti kes xwe tevlî we nake. Kampanyaya me jî di esasê xwe de, li dijî vê ferasetê ye. Divê Tirkiye li Sûriyeyê weke hêzeke dagirker bê naskirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar