Piştî aloziya li Sêriyeyê qewimî bi taybetî dewleta Tirk a dagirker û gelek dewlet bi rêya çeteyên xwe sûcên herî hovane û komkujî li dijî gelê Sûriyeyê ji hemû pêkhateyan pêk anîn. Hesabpirîna berpirsên van komkujiyan bûye pêdiviyeke pêwîst ji bo parastina jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên cuda yên gelê Sûriyeyê de.
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê kantona Tebqayê Xalid El Esker diyar kir ku di 14 salên aloziya Sûriyeyê de gelek tawan li dijî gelê Sûriyeyê hatin kirin û bi sedan welatiyên Sûriyeyê ji hemû ol, mezheb û baweriyan jiyana xwe ji dest da. Xalid El Esker bal kişand ser vê yekê: “Van tawanan di navbera gelê Sûriyeyê de alozî çêkir û divê hesap ji berpirsên van tawanan li hemû xaka Sûriyeyê were pirsîn ji bo pêkanîna dadmendiyê ji bo hemû gelê Sûriyeyê.”
Hevserokê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê yê kantona Tebqayê Ehmed El Xelef got dadmendiya veguhêz û aştiya navxweyî bi “dayîna mafên her kesî” pêk tê. Xelef di wê baweriyê de ye ku ji bo bidestxistina dadweriya dema derbasbûnê, divê hewl bên kirin ji bo avakirina dadgehên serbixwe, û avakirina komîteyên lihevhatina niştimanî yên rasteqîn û komîteyên lêpirsîna rastiyan ji hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê bêne avakirin.
El Xelef amaje bi wê yekê dike ku welatên ku nakokiyên mezhebî û etnîkî di nav sûriyan de çêkirine, wekî dewleta Tirk, bûne sedema gurkirina nakokiyên mezhebî û etnîkî li Sûriyeyê. Wan bi hezaran çeteyên ji bo pêkanîna planên xwe yên tawankar, hilweşandina tevna civaka Sûriyeyê û dagirkirina xaka Sûriyeyê, kom kirine. Her wiha Rûsya û Îranê jî heman tişt kirin.
El Xelef bal kişand ser vê yekê: “Welatên ku di rijandina xwîna gelê Sûriyeyê de cih digirin, weke Tirkiye, hewl didin pêvajoya dadweriya veguhêz asteng bikin û çeteyên xwe yên ku sûc kirine biparêzin, ku di lîsteya terorîstan de hatine tomarkirin. Ji wan jî kujerên Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hêvrîn Xelef in.”
Rêvebera Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Tebqayê Fatima El Ebid got: “Hesbpirsîna ji wan kesên ku tawan li dijî gelê Sûriyeyê kirine ne bijardeyeke siyasî ye ku dikare were gotûbêjkirin, lê belê mafekî bingehîn û mirovî ye ku bi derbasbûna demê re naqede. Dadmendî tê wateya darizandina sûcdaran, cihê wan çi be bila bibe. Her wiha tê wateya guherîna saziyên ku zordarî kirine û qebûlkirina mexdûran di warê aborî û manewî de. Eger berpirsyarên tawanên şer, di serî de kujerên şehîd Hevrîn Xelef neyên cezakirin, em jinên Sûriyeyê em ê nikaribin tevlî pêvjoya pêkanîna dadmendiya veguhêz û avakirina Sûriyeke demokratîk, piralî û nenavendî, bibin.”