Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Divê hikûmeta herêma Kurdistanê deriyê Fîşxabûrê veke

Gelawêj Hemze diyar kir ku divê hemû kar ji bo yekîtiya Kurd be, ne li dij Kurdan be û wiha got: “Ji bo em piştevanî û piştgiriya xwe ya ji bo xwişk û birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê bidin nîşandan divê deriyê sînor bê vekirin.”

Li aliyekî dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û li aliyê din jî hikûmeta herêma Kurdistanê li ser fermana dewleta Tirk a dagirker deriyê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê girtiye. Ji bo piştevanî û hevkariyê li Başûrê Kurdistanê alîkarî hatiye berhevkirin lê heta niha ji ber girtina deriyê Fîşxabûr ev alîkarî negihiştiye Rojava. Li ser vê mijarê Çalakvana siyasî Gelawêj Hemze ya li Dihokê ji Rojnewsê re axivî.

Çalakvana siyasî Gelawêj Hemze destnîşan kir ku eger ew bi rastî qala Rojavayê Kurdistanê bike, her Kurdek li kuderê dijî bila bijî, dema ku êşek, zehmetiyek li serê Kurdan hat divê hest bi ne aramî û nerehetiyê bike û got: “Her Kurdek welatparêz û niştîmanperwer divê vê êşê hest bike. Divê desthilata Başûrê Kurdistanê jî vê rewşê li ber çavan re derbas bike. Ji ber ku rewşa Rojava pir ne başe, dema mirov koçber dibe pêwîstiya mirov pir bi alîkarî heye.”

Gelawê Hemze ev bang li desthilatê kir: “Deriyê Fîşxabûr vekin ji bo em bi hewara wan biçin, her alîkariyeke madî û menewî em bikarin bigihînin wan. Dîsa pêwîstiyên tenduristî bigihînin wan. Her çi lez be îro jî em xwe bigihînin wan û destê alîkariyê dirêjî xwişk û birayên xwe bikin.”

Çalakvanan siyasî Gelawêj Hemze diyar kir ku  Kurdbûn tenê parçeyek nîne û got: “Em çar parçe ne, yek welat in. Em hemû Kurd in, nabe em raman û hizreke cuda red bikin. Em her Kurd in, hemû karê me divê ji bo yekîtiya Kurd be, ne li dij Kurdan be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar