Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

‘Divê hunermend pêşengtiya civakê bikin’

Endamê Koma Awazên Çiya, Seyîd Riza got ku di vê pêvajoyê de berpirsyartiyek mezin dikeve li ser milê hunermendan û ev tişt anî ziman: “Kesên ku dibêjin em hunermendin û hunermend jî bê alî ne, ne rast dikin. Ji ber ku huner ji gel û welatê xwe re alîgiriya rastî û heqiyê dike.”

Endamê Koma Awazên Çiya, Seyîd Riza der barê Cejna Newrozê û peyama Koma Awazên Çiya ya ji bo Newrozê axivî.

Seyîd Riza di destpêkê de Cejna Newrozê li hemû gelê kurd û şervanên azadiyê pîroz kir û wiha got: “Newroza îsal cudatir e. Ji ber ku gelê me di jêr qirkirinê de ye. Di beramber de jî berxwedan û têkoşînek mezin tê raberkirin. Divê îsal em bigihin wê astê ku dagirkeran bişkînin. Em silavên xwe ji helwesta kurdên derveyê welat, serhildana rojhilatê Kurdistanê, şoreşa rojavayê Kurdistan, kurdên bakur û başûrê Kurdistanê re dişînin.”

Di dewamê de Seyîd Riza da zanîn ku divê qonaxê de berpirsyartiyek mezin dikeve li ser milê hunermendan û wiha domand: “Bi taybet hunermendên başûrê Kurdistanê divê bi erka xwe rabin. Kesên ku dibêjin em hunermendin û hunermend jî bê alîne, ne rast dikin. Ji ber ku huner ji gel û welatê xwe re alîgiriya rastî û heqiyê dike. Yên ji beriya hemûyan têkoşîn û pêşgentiyê ji gel re dikin hunermendin.”

Di dawiyê de jî Endamê Koma Awazên Çiya Seyîd Riza vê bangê li hunermendên başûrê Kurdistanê kir; “Divê hunermendên başûrê Kurdistanê bizanin ku divê qonaxê de erk û berpirsyartî dikeve ser milên wan. Her wiha divê rewşenbîr û nivîskar jî rê û rêbaza rast nîşanê gel bidin. Ji bona wê em bang li wan dikin ku bi erka xwe ya exlaqî, wijdanî, mirovî, dîrokî û çandî rabin. Destê xwe bixin bin kevir û xizmet û alîkariya gelê xwe bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar