Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

‘Divê partiyên kurd yekitiyê ji xwe re bikin esas’

Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebûbekir ji bo yekitiyê bang li partiyên kurd kir û diyar kir ku divê partiyên kurd yekitiyê ji xwe re bikin esas

Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebûbekir derbarê yekitiya neteweyî ya kurd de axivî  û diyar kir ku divê di mijarên navneteweyî de kurd helwesteke hevpar nîşan bidin.

Ebûbekir ji bo çareseriya pirsgirêkên navxweyî yên kurdan banga yekitiyê kir û wiha got: “Bi taybetî xelkên Şengal, Kerkûk, Sediye, Celawla û Xaneqînê ji bo karên navxweyî bibin yek armanc, yek dil. Karê me divê ew be ku ji bo çareseriyê li her qadê nîşan bikin. Armanca me ya hevpar divê ji aliyê hemû aliyan ve bê parastin.”

Her wiha Heval Ebûbekir ji bo yekitiyê bang li hemû partiyên kurdan jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Partiyên siyasî hemû divê bibin yek. Divê berê çekên me ne li hev be. Pêwîst e em mîna keleyê li pişt hev bisekinin û li dijî her cure êrîşên li ser Kurdistanê bibin mertal. Di heman demê de têkildarî mijarên navneteweyî divê alî hemû helwesteke hevpar nîşan bidin. Di mijara aştiya cîhanê de dewletên navneteweyî û yên dost ên herêmê bi rengekî wekhev nêzî hev bin. Ji bo çareseriyê divê em bi rêya diyalgo, têgihiştin û demokrasiyê bixebitin.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar