Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Cuma - 18 Nisan 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Divê Sûriye bi projeya Neteweya Demokratîk were birêvebirin

Rohilat Muslim li ser rewşa Sûriyeyê ev tişt anî ziman: “Kesên olperest, nijadperest Sûriyeyê bi rêve dibin. Ji ber vê yekê nikarin Projeya Neteweya Demokratîk bipejirînin. Lê îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêveberiya Xweser heye û bi pergala Neteweya Demokratîk xwe bi rêve dibe.”

HTŞ’ê piştî di 8’ê Çileyê de hikûmeta Şamê hilweşand, li şûna wê hikûmeta xwe ya demborî ava kir. Piştrî demeke kurt Danezana Destûrî ava kir. Lê dema ev Danezana Destûrî ava kir, bêyî ku pêkhate û baweriyên li Sûriye beşdar bike û vîna wan esas bigire ev destûr ava kir. Bertek û nerazibûnên li dijî hekûmetê û li dijî destûrê her ku diçe zêde dibin. Ji ber ku di nava hikûmeta nû de vîna jinan û vîna pêkhateyên din tune, nerazibûn û bertek zêde ne. Endama Komîteya Perwerdehiyê ya Kongra Strar a Kantona Qamişloyê Rohilat Muslim têkildarî rewşa Sûriyeyê û çareseriya pirsgirêkan ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Endama Komîteya Perwerdehiyê Rohilat Muslim diyar kir ku gelek destên derve di nava Sûriyeyê de hene û wiha got: “Îro em dibînin ku çend bajarên Sûriyeyê bi destê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin. Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Minbic, Ezaz îro tev di destê dewleta Tirk de ne. Li milekî hîn ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çareseriyeke mayinde nehatiye danîn. Wekî vîn divê bên qebûlkirin. Dîsa li milê Başûr ango milê Swîda naxwazin gel tev li hikûmeta nû bibin. Sûriye hîn ne hevgirtiye. Destûreke ku tevahiya gel û pêkhateyên Sûrî biparêze û temsîl bike nehatiye avakirin. Divê di serî de Destûra ji bo tevahiya Sûriyeyê û hemû pêkhateyan bê avakirin û hemû gelê Sûriyeyê biparêze. Divê vîna hemû bawerî û pêkhateyan di destûra nû de bê qebûlkirin. Divê hemû li ber çavan bê girtin. Devê mafê hemuyan bê parastin.”

Rohilat Muslim li ser projeya Neteweya Demokratîk anî ziman ku ev proje ji bo hemû gelan çareserî ye û wiha lê zêde kir: “Ev proje ji bo Sûriye jî derbasdar e. Ji ber ku li Sûrî gelek bawerî, pêkhate hene. Li vir şoreş hene. Ji ber vê yekê projeya Neteweya Demokratîk ku hemû gel bi hevre bijîn girîng e. Projeya demokratîk ekolojîk û azadiya jinê nebe nabe. Ev proje dê encamên baş bixwe re bîne û dê ji bo hemû cîhanê bibe mînak.”

Li ser kesên ku îro Sûriye bi rêve dibin jî Rohilat Muslim ev nirxandin kir: “Kesên olperest, nijadperest Sûriyeyê bi rêve dibin. Ji ber vê yekê nikarin Projeya Neteweya Demokratîk bipejirînin. Lê îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêveberiya Xweser heye û bi pergala Neteweya Demokratîk xwe bi rêve dibe. Ji ber vê yekê çavê her kesî li ser vê rêveberiyê ye. Bi taybet çavê gelê Swîda û gelê beravê li projeya Rêveberiya Xweser e. Di Rêveberiya Xweser de Hevpeymaniya civakî heye. Hevpeymaniya civakî civakê esas digire. Vîna civakê heye. Civakê bi xwe zagonên xwe ava kirine. Rola hemû beş û pêkhatiyên civakê heye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriye tecrubeya deh salan heye. Ji ber vê yekê Hikûmeta Şamê ya nû dikare vê projeye di ber çavan re derbas bike û mînak bigire. Dikare sûdê ji rê û rêbazên vê rêveeriya xweser bigirin. Ku bixwazin hikûmeteke mînak ava bikin dikarin rêveberiya xweser esas bigirin. Divê ne xwe, divê gel razî bikin. Divê hemû tecrube esas bêne girtin. Ev dê ji Sûriyeyek demokratîk û azad veke.”

‘Destûra nû olperest û zayendperest e’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar