Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

‘Divê têkoşîn bi girtîgehan sînordar nemîne’

Nûnerên partiyên siyasî yên li Îzmîrê diyar kirin ku tecrîd li ser civakê tev belav bûye û gotin ku divê têkoşîn bi girtîgehan sînordar nemîne

Girtiyên ji doza PKK û PJAK’ê 154 roj in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem de ne. Her wiha grevên biçîbûnê yên bi heman armancê hatine destpêkirin, li Kampa Penaberan a Mexmûrê di roja 133’yemîn de û li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 116 roj in didomin.

Rêvebera rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a bajarê Îzmîrê Dîdar Gul û hevberdevkê Partiya Çep a Keskan a Îzmîrê Huseyîn Çaglar bal kişand ser tecrîd û greva birçîbûnê.

‘Seferber bibin’

Huseyîn Çaglar destnîşan kir ku bi pandemiyê re tecrîd her diçe kûr dibe û bi tecrîdkirina Ocalan re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî zêde bûne. Çaglar diyar kir ku girtî tenê ne ji bo zextên li girtîgehan di heman demê de ji bo binpêkirinên mafan û tecrîda li derve ya li ser civakê belav bûye di greva birçîbûnê de ne û ev çalakî helwestek li dijî tecrîdê ye û anî ziman ku pêwîst e partiyên siyasî helwesta xwe nîşan bidin û ji bo parastina vî mafî seferber bibin.

Xwedîderketina li greva birçîbûnê

Rêvebera ESP’a Îzmîrê Dîdar Gul jî da zanîn ku greva birçîbûnê li dijî faşîzma zordar e û divê têkoşîn û berxwedan tenê bi girtîhan re sînordar nemine û diyar kir ku divê li derve jî bertek bên nîşandan û daxwaz li derve jî werin qîrkirin.

Her wiha Gul destnîşan kir ku xwedîderketina greva birçîbûnê dijderketina faşîzmê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê girse û sazî tev bigerin. Ji bo grevên birçîbûnê bêdengiyek xeternak heye. Ji bo jiholêrakirina vê xemsariyê divê gel û desthilat tev bigerin. Pêwîst e her kes li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bike û xwedî li greva birçîbûnê derkeve.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar