Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Divê tu kes nekeve xefka fîtneyên xizmetî dijmin dike

Hevserokê MSD'ê Mehmûd El Mislet diyar kir ku pêwist e diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê were çalakirin û hemû nakokî li aliyekî werin danîn ku li dawiyê Sûriyeya nû ji bo hemû Sûriyeyiyan were avakirin û wiha got: “Îro jî dora me ye ku em ewlehiya herêmê biparêzin û nekevin xefka fitneyên dikevin xizmetî dijmin."

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Dr. Mehmûd Deham Ebdulezîz El Mislet peyamek ji bo tevahî gelê Sûriyeyê, êl, eşîran weşand. El Mislet di peyama xwe de bang li Kurd, Ereb, Êzîdî, Durzî, musliman û xiristiyanan kir ku yekitiya xwe ya nîştimanî xurt bikin.

El Mislet teqez kir ku pêwîst e gelê herêmê ji fitne û nakokiyên dikevin xizmetî dijminê welat bi dûr bikevin û pêdiviya qonaxa bê bi xebateke hevbeş ya zêde heye ku şênî werin parastin û Sûriyeyek nû, dewleteke azad û yek ji bo tevahiyan were avakirin.

El Mislet di peyama xwe de wiha got: “Em îro tevahî ji Ereb, Kurd, Êzîdî, Durzî, musliman û xiristiyan bi Sûriyeya nû re ne. Bi vê serkeftina mezin em pêşerojeke nû ji xelkê vê welatî re ji ji Qamişlo heta Siwêdayê, ji Heleb heta bi Laziqiyê bi tevahî pêkhateyên xwe ava bikin.”

Ji bo qebîle û eşîrên Ereb ên herêmê El Mislet got: “Eşîrên me yên hêja, roleke we ya girîng di pêkanîna aramî û ewlehiya herêmê de hebû. Îro jî dora me ye ku em ewlehiya herêmê biparêzin û nekevin xefka fitneyên dikevin xizmetî dijmin. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) beşek ji mozaîka Sûriyeyê ne û birayên me yên Kurd pêkhateyeke dîrokî ya kevnare ya vî welatî ne.”

El Mislet di dawiya peyama xwe de got: “Pêwist e em ji dîrokê dersan bigirin û ji bo parastina yekbûna xak û gelê Sûriyeyê bibin yek. Ji ber ku ev erkê her welatiyekî/ê ye. Li şûna tundiyê ku di encamê de cudahî çêdibin û kûr dibin, pêwist e diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê were çalakirin û hemû nakokî li aliyekî werin danîn ku li dawiyê Sûriyeya nû ji bo hemû Sûriyeyiyan were avakirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar