Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Divê wekheviya zayendî ya civakî li dibistanan bibe dersa mecbûrî’

MEB’ê ‘Wekheviya Zayendî ya Civakî’ di 12’yê îlonê de ji nav qada çalakiyên civakî û xebatên rehberiyê derxistibûn. Seroka Egîtîm Senê ya Îzmîrê Şenay Akyol diyar kir ku divê wekheviya zayendî ya civakî li dibistanan bibe dersa mecbûrî

Wekheviya Zayendî ya Civakî di 12’yê Îlonê de ji nav qada çalakiyên civakî û xebatên rehberiyê hat derxistin.

Seroka Egîtîm Sen a Jimare 5’an a Îzmîrê Şenay Akyol diyar kir ku wan ji ber vê doz li Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî (MEB) vekirine û got ku divê wekheviya zayendî ya civakî li dibistanan dersa mecbûrî be.

Akyol bi bîr xist ku Tirkiye di sala 1985’an de Peymana Jiholêrakirin Cihêkariyên Li Dijî Jinê (CEDAW) û di sala 2011’an de jî Peymana Stenbolê îmze kiriye û ji ber vê MEB, îktîdara siyasî û YOK’ê mecbûr mane di warê cînayetên jinan û newekheviya zayendî ya civakiyî de gavan biavêjin.

Axaftina Wezîrê MEB’ê bi bîr xist

Di axafitna xwe de Akyol axaftina Wezîrê MEB’ê Ziya Selçûk ku gotibû ‘Em ê di perwerdehiyê de projeya Pêşxistina Wekheviya Zayendî ya Civakî pêk bînin’ bi bîr xist û wiha domand: “MEB û YOK’ê, di warê Bernameya Wekheviya Zayendî ya Civakî ya Di Perwerdehiyê De 162 perwerdekar perwerde kirin. Lê belê du roj şûnde yanî di 12’yê Îlonê de betal kirin. MEB, xwedî li vê projeyê derneket. Di bin navê perwerdehiya nirxî de, rê li ber perwerdehiyeke ku li dibistanên cemaet û weqfan bê dayîn hat vekirin. Berê weqfên dînî protokol dikirin. Niha pêdivî bi îmzekirina protokolê jî nemaye, di plansaziya çalakiyên civakî de hin guhertin tên çêkirin û weqf û cemaetên bêyî nasnameya wan ê perwerdehiyê hebe, daxil dibin.”

Divê cihêkariyê di nav xwe de nehewîne

Her wiha Aykol destnîşan kir ku divê wekheviya zayendî ya civakî li dibistanan bibe dersa mecbûrî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê mirov ji îktîdara siyasî, MEB û YOK’ê re bêje li gor peymanên hatine îmzekirin tev bigerin. Ji bo ev bibe derseke mecbûrî em di hemû çalakiyên xwe de bal bikişînin ser. Pêşî divê li gor daneyên zanistî mufredatek bê amadekirin. Divê bi tu awayî cihêkariyê di xwe de nehewîne. Em dixwazin zarok bibin ferdên ku lêpirsînê dikin.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar