Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 12 Haziran 2025

Diyab Hacî: Ocalan fîlozofê serdemê ye

Dewleta tirk a dagirker tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike, derfetê nade parêzer û malbata wî ku serdana wî bikin.

Nivîskarê Kurd Diyab Hacî diyar kir ku piraniya şoreşger û rêveberên cîhanê ku têkoşiyan, yan şehîd bûn yan jî hatin girtin weke Gandî, Mandêla, gelên xwe gihandin ewlehî û azadiyê.

Diyab Hacî destnîşan kir ku di vê sedsalê de Ocalan tekane têkoşerê parastina çand, fikir û mirovahiyê dike û wiha got: “Ji bo gelên bindest azadî û mafên xwe bidest bixin, têdikoşe. Parêzname û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan isbat dikin ku ew fîlozofê serdemê ye.”

Di axaftina xwe de Hacî got ku ku gelek sedemên girtina Ocalan hene û ev tişt anî ziman: “Ji ber wî felsefeya demokratîk a cîhanî belav kir, da ku gelên bindest rizgar bike. Gelên Rojhilata Navîn ji maf û azadiya xwe bê par mane. Gelên Rojhilata Navîn di nava dîrokê de û heta roja îro ji bo azadî û rûmeta xwe têdikoşin. Siyasetên dewletên desthilatdar û kiryarên wan ên li dijî gelan hişt ku gel bê maf bimînin. Lê êdî ev pergal nikarin xwe bidomînin û dê gelên xwedî maf qezenc bikin.”

Diyab Hacî tekez kir ku felsefeya netewa demokratîk û biratiya gelan çareserî, ji dagirkerên Rojhilata Navîn re bersiva herî baş e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çareseriya nakokiyan ne di berjewendiya dagirkeran de ye. Rêber Abdullah Ocalan tekane kesê ku dîrok nirxand û çareserî ji bo hemû pirsgirêkan pêşkêş kir. Di vê pêvajoya hesas de ji gelê kurd tê xwestin ku yekitiya xwe ava bikin da ku xizmeta doza xwe bikin û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bişkînin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar