Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 26 Nisan 2025

Diyar Xerîb: Ger Tirkiye bersiva grevên birçîbûnê nede dê ber bi rûxînê ve here

Endamê Konseya Serokatiya Koma Civakên Kurdistan (KCK)’ê Diyar Xerîb destnîşan kir ku Tirkiye niha di qonaxa herî lewaz de ye. Ger bersîva çalakgerên greva birçîbûnê nede û tecrîdê li ser Ocalan raneke dê di demeke nêzîk de bi rûxandinê re rû bi rû bimîne

Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb, di daxuyaniyeke ji bo Rojnewsê de qala giringî û bandora çalakiyên greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin kir.

Diyar Xerîb da zanîn ku niha Tirkiye di qonaxa herî lewaz de ye û wiha got: “Ger dewleta tirk di vê qonaxê de bersîva Leyla Guven û hemû çalakgerên greva birçîbûnê nede û tecrîdê li ser Rêber Apo raneke, dê di demekî nêzîk de rû bi rûyê rûxandinê were.”

Xerîb di dewama axaftina xwe de diyar kir ku bi dawî hatina tecrîdê li ser Ocalan, tê wateya bi dawî hatina tecrîdê li ser gelê kurd û wiha domand: “Wê deriyek nû ji bo gelê kurd vebe. Ji ber wê girînge hemû kesên ku azadiya gelê kurd dixwazin, divê piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê bikin.”

Herî dawî jî Diyar Xerîb ev tişt anî ziman: “Gelê kurd û tevgera azadîxwaz a gelê kurd di pêşengtiya Rêber Apo de aktorekî giring û aktîfe di herêmê de, ji ber wê tu hêz û aliyek nikare wê bê bandor bi hêle û paşguh bike.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar