Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

DMME: Beyana ‘Abdullah Ocalan vîna min a siyasî ye’ sûc nîne

DMME’yê cezayê girtîgehê yê ku ji ber beyana ‘Abdullah Ocalan vîna min a siyasî ye’ li Fehîme Ete hatibû birîn di çarçoveya ‘Binpêkirina azadiya fikr û ramanê’ de nirxand û Tirkiye mehkûmî tazmînatê kir

Welatiya bi navê Fehîme Ete (59) ji ber ku daxwaznameya ‘Abdullah Ocalan îradeya min a siyasî ye’ dabû û belav kiribû, hatibû binçavkirin. Dewleta tirk piştre jî li Ete salek û 8 meh cezayê girtîgehê birîbû. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî têkildarî dozê biryara xwe da. AÎHM’ê daxwazname di çarçoveya ‘Binpêkirina azadiya fikr û raman’ de nirxand.

Ete, ji ber di sala 2006’an de di çaçroveya kampanyaya ‘Abdullah Ocalan vîna min a siyasî ye’ de daxwazname dabû û ev daxwazname belav kiribûn, ceza lê hatibû birîn. Bi vê sedemê jî Ete serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. DMME’yê ji ber vê beyanê cezakirina Ete weke ‘Binpêkirina azadiya fikr û raman’ nirxand û Tirkiye mehkûmî tazmînatê kir.

Dema doz didomiya hate girtin

Ete di 25’ê sibata 2006’an de li navçeya Hawêl a Sêrtê hate binçavkirin û bi tawanbariya ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’, salek û 8 meh ceza lê hate birîn. Parêzerên Ete di 10’ê nîsana 2010’an de serî li Dadgeha Bilind dan. Dadgeha Bilind jî di 20’ê îlona 2011’an de cezayê Ete pesend kir. Hîn darizandin didomiya ku Ete di 16’ê sibata 2010’an de hate girtin û piştî sal û 2 mehan di girtîgehê de ma, di 15’ê adara 2011’an de hate berdan.

Tirkiye hate mehkûmkirin

Piştî Dadgeha Bilind ceza pesend kir parêzera Ete, Reyhan Yalçindag serî li DMME’yê da. DMME’yê jî di çarçoveya xala 10’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de biryar da û cezayê li Ete hatiye birîn weke ‘Binpêkirina azadiya fikr û raman’ pênase kir û Tirkiye mehkûmî tazmînatê kir. Li gorî vê dê Tirkiye 2 hezar û 500 euroyan bide Ete. DMME’yê di biryara xwe de got ku dê Tirkiye hezar û 780 euroyan jî weke heqê lêçûna bide darazê. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar