Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve, gelê Sûriyeyê di nava zehmetiyan de ye. Ji ber kêmbûna derman û xwarinê rewşên trajîk derdikevin holê. Lê belê li herêmên dorpêçkirî ji aliyê hikûmeta Şamê û dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve, rewş xirabtir e.
Hikûmeta Şamê kantona Efrîn û Şehbayê, her wiha taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê dorpêç kirine û nahêle madeyên bingehîn derbasî wan deveran bibin. Li aliyekî din dewleta tirk ji bejahî û hewayî wan herêman bombebaran dike.
Hiqûqnasê sûriyeyî, Mûsa El Îbrahîm dorpêça li ser herêmên navborî, nirxand kir û wiha got: “Dorpêçkirina her herêmekê, li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ye, ne ji mafê tu kesî ye ku hêmanên bingehîn ên jiyanê li mirovan qedexe bike. Ji ber ku hemû cureyên dorpêçê mafên mirovan binpê dikin.”
Dorpêça ji dema dagirkirina Efrînê ve ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve, bandoreke giran li tenduristiyê, xizmetguzarî û perwerdeyê kir û bû sedem ku gelek caran xebat rawestin.
Her wiha di hefteya duyemîn a kanûna sala borî de zaroka bi navê Sozdar Hesen a 4 salî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dabû.
Bi tunebûna sotemeniyê re, xebatên veguhestinê yên giştî û taybet jî rawestiyan. Her wiha bi hezaran mamoste û xwendekaran nikarî bigihêjin dibistanên xwe. Hemwexî wê, jeneratorên bi mazotê dixebitin, rawestiyan û di encamê de kehrebe bi temamî li kantona Efrîn û Şehbayê qut bû. Her wiha firne jî rawestiyan.
Parêzer Xalid Ebdullah jî got dorpêça hikûmeta Şamê berdewama dorpêça li ser gelê Sûriyeyê û beşeke siyaseta navneteweyî ya li dijî sûriyeyiyan e.
Ebdullah wiha domand: “Zêdetirî 11 salan di ser aloziyê re derbas bûn. Gelê Sûriyeyê ji ber dorpêça ji gelek aliyan ve, zehmetiyên mezin dikişîne.”
Ebdullah îşaret bi encamên dorpêçê yên li ser jiyana niştecihên li herêmên dorpêçkirî kir û got: “Dorpêç, rê li pêşiya kirîn û firotinê, rê li pêşiya bazirganiyê bi herêmên din re digire. Ji ber wê pêdiviyên sûka xwecih peyda nabin. Ji lew re bêkarî zêde dibe. Koçberî çêdibe û ciwan ber bi welatên din ve koçber dibin.”
Xalid Ebdullah bang kir ku divê hiqûqnasên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peywendiyê bi rêxistinênên navneteweyî û hiqûqî yên mirovî re çêkin ji bo ku çareserî pêk bê û alîkarî, madeyên tenduristiyê, xizmetguzarî û jiyanî derbasî herêmên dorpêçkirî bibin.