Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Dorpêça xwînî: Li Mexmûrê pitikeke din jî mir

Pitika 5 mehî Zeryan Bulut a ji wargeha Mexmûrê, ji ber ku hêzên asayîşê gihandina wê ya nexweşxaneyê dereng hişt û bijîşkan dereng derman kir, li Nexweşxaneya Raperînê jiyana xwe ji dest da

Endamê MÎT’ê yê ji başûrê Kurdistanê berpirsyar Osman Kose, di 17’ê tîrmeha îsal de li Restoranta Hoqqabaz a li Hewlêrê hate kuştin. Ji wê rojêve Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê, Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xistiye dorpêçê. Ji ber dorpêça li ser wargehê, nexweş nikarin biçin nexweşxaneyên li bajarên din ên Başûr û karker jî nikarin ji wargehê derkevin. Ji ber vê dorpêçê heta niha çend zarokan jiyana xwe ji dest da.

Hat zanîn ku malbata pitika 5 mehî Zeryan Bulut ku di 5 mehiya xwe de ji dayik bû û nexweşiyên dil û bêhntengiyê pê re hebûn û astengdar bû, dema ku dixwestin pitika xwe bigihînin nexweşxaneya Hewlêrê, li benda kontrolê ya hêzên asayîşa PDK’ê ya li ser rêya di navbera Mexmûr û Hewlêrê de zêde hatin sekinandin. Pitik Zeryan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Bi saetan hatin sekinandin

Têkildarî mijarê malbata Bulut axivî û destnîşan kir ku diviyabû pitika wan her tim di bin kontrola bijîşkan de bûya. Endamên malbatê got ku ji ber dorpêçê ji neçarî mehê carekê pitika xwe dibirin nexweşxaneyê û ev agahî dan: “Duh jî rewşa Zeryanê giran bû. Me xwest bibin nexweşxaneyê. Lê em li 3 asayîşên PDK’ê yên li ser rêya Mexmûr û Hewlêrê bi saetan hatin sekinandin. Tevî hemû hewldanên me û raporên bijîşkan jî destûr nedan ku em bi lez bigihînin nexweşxaneyê. Ji ber vê derengmayînê jî Zeryan mir.”

Bijîşkan sûc kir

Malbata Bulut got ku tevî rewşa pitika wan nebaş bû û raporên bijîşkan hebûn jî, bijîşkên Nexweşxaneya Raperînê piştî du saetan li pitika wan nihêriye û ji ber vê xemsariyê jî zaroka wan miriye. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar