Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Doza Velî Encû û 4 girtiyên din hate taloqkirin

Duyemîn danişîna doza Velî Encû 4 kesên din li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate dîtin. Heyeta dadgehê bi hinceta ‘Bila kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin’, biryara berdewamkirina rewşa girtî da û doz taloqî 28’ê çileyê kir

Duyemîn danişîna doza Velî Encu ku birayê xwe Serhat Encu û gelek xizmên xwe di Komkujiya Roboskê de winda kir û hevşaredarê bajarokê Dêrgulê yê berê Mehmet Demîr, xebatkarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salîh Kerçîn, Mazlum Guzel û Şêhmûs Kerçîn ku girtî tên darizandin, li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate dîtin. Encu û girtiyên din ku bi îdiaya ‘Endamên rêxistinê ne’ tên darizandin, ji 24’ê gulana 2019’an ve girtî ne.

Di danişîna dozê de tevî girtiyan, parêzerên wan û endamên malbatên Roboskê amade bûn. Danişîna dozê piştî tespîta nasnameyê dest pê kir. Piştre jî girtiyan dest bi parastina xwe kir û diyar kirin ku ew beyanên xwe yên di danişîna ewil de dubare dikin. Girtiyan xwest ku bên berdan û beraetkirin. Her wiha parêzeran jî parastina muwekîlên xwe kir û xwestin ku bên berdan û beratkirin.

Piştî parastinan jî heyeta dadgehê navbereke kin da danişînê. Dadgehê bi hinceta ‘Bila kêmasiyên di dosyayê de temam bibin’, biryara berdewamkirina rewşa girtî da û doz taloqî 28’ê çileyê kir. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar