Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

‘Dozger hevkariyê bi kujeran re dike’

Malbata Şenyaşar ku ji bo edaletê 28 roj in li ber Edliyeya Rihayê di çalakiya nobedê de ye, diyar kir ku dozger hevkariyê bi kujeran re dike

Di 14’ê hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên wekîlê AKP’î Halîl Yildiz êrîş biribûn ser malbata Şenyaşar û hevserê Emîne Şenyaşar û 2 kurên wê qetil kiribûn.

Di vê êrîşa hovane de Fadil Şenyaşar jî bi giranî birîndar bûbû ku dadgeriya tirk 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê birî.

Emîne Şenyaşar li ber vê bêedaletî û şirîkatiya sûc rabû û tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar 28 roj in li ber Edliyeya Rihayê ‘nobeda edaletê’ digirin.

Malbata Şenyaşar li ser twîtterê  wiha nerazîbûn nîşanî hevkariya dadgeriyê ya bi kujeran re da: “Têkoşîna me ya edaletê îro bi derengî dest pê kir. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê me dayika min bir nexweşxaneyê. Doktor pêşniyar kir ku li malê bêhna xwe vede. Di nava vê zilmê de em nikarin li malê rûnên. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî li malbata me hate kirin. Dozger jî kujeran diparêzin û dibin hevparê sûc.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar