Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Du girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir

Girtiyên bi navên Aydin Oguz û Serkan Erkavûs ku li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê tên girtin, ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven, grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger hatin destpêkirin. Çalakiya Guven 101 roj li pey xwe hişt û rewşa wê jî her ku diçe giran dibe.

Di heman demê de bi heman boneyê li dehan girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî zêdetirî 301 girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya zêdetirî girtiyan di roja 63’yemîn de didome. Greva birçîbûnê ya li girtîgehan pêl bi pêl jî mezin dibe. Her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Nasir Yagiz di roja 88’emîn de, ya li Strasboûrgê di roja 62’yemîn de û çalakiya Îmam Şîş jî di roja 62’yemîn de didome.

Çalakî berfireh dibe

Tevî çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger, di heman demê de li her çar parçeyên Kurdistanê û gelek welatên Ewropayê jî bi grevên birçîbûnê yên dorveger piştgirî tê dayîn.

Hat zanîn ku li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê jî girtiyên bi navên Aydin Ogûz û Serkan Erkavûs ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ji 11’ê sibatê ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. GÎRESÛN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar