Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Nisan 2025

Du welatên nakok li dijî kurdan hemfikir in

Navenda Nûçeyan

Bi serokatiya Serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî, duh şeşemîn civîna Konseya Hevkariyê ya Asta Bilind a Tirkiye û Îranê bi rêya vîdeokonferansê bi mêvandariya Îranê hate lidarxistin. Hejmarek wezîrên herdu welatan jî beşdar bûn

Piştî civînê herdu welatan danezanek ji 19 xalan pêk dihat parve kirin. Li gorî danezanê wê hevkariya herdu welatan li herêmê, asta navneteweyî ya ji bo berjewendiyên herdu welatan berdewam bike.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya hikûmeta Îranê, her du dewletan bal kişandine ser hevkariya li dijî hêzên  kurd , PKK û PJAK’ê.

Di bendek a danezayê ya ji aliyê Îranê ve hatiye parvekirin wiha tê gotin: “Bi balkişandina li ser PKK û PJAK’ê, hemû ‘Rêxistinên terorîst û komên çekdar’ ên li herêmê weke gefek hevbeş li dijî asayîşa Îran û Tirkiyeyê tê pejirandin. Herdu alî li ser vê yekê lihevkirin ku pêwîst e amrazên hevkariyê yên niha li dijî çalakiyên endamên PKK an jî PJAK’ê û rêxistinên din ên terorîstî, komên çekdarî yên li ser sînorên hevbeş heman rengî ji bo gihîştina alîkariya armancdar pêk were û bikar bînin. Operasyonên hevbeş li dijî teror li xwe digire.”

Di danezana hevbeş a herdu welatan de girêdana bi serwerî û yekparçebûna xaka Sûriye û hemû xalên Astaneyê tê destnîşankirin.

Di ser aramiya Iraqê jî wiha tê gotin: “Li Iraqê aramî û asayîş ji bo aramiya herêmê pêwîst e. Piştriya xwe ya ji bo hikûmeta Iraqê ragihandine ku tekezî li ser parastina serwerî û yekparçebûna Iraqê kirine.”

Tevî ku di navbera Tirkiye û Îranê de gelek nakokiyên siyasî û berjewendiyên aborî hene lê dema ku mijar dibe kurd nakokî namînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar