Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 19 Nisan 2025

Dundar: Hêvîdar im banga Abdullah Ocalan bibe wesîleya azadiya gelan

Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar û Nûsrat Akin ên ku ji hêla dadgeha desthilata faşîst a AKP-MHP’ê hatibûn girtin hatin berdan. Hevşaredar Dundar li ber girtîgehê wiha axivî: “Di şexsê birêz Abdullah Ocalan de ji bo pêvajoyeke demokratîk û azadiya gelan bangek heye. Hêvîdar im bibe wesîleya azadiya gelên Tirkiyeyê.”

Hevşaredarê Peyas a Amedê Cengîz Dundar û Nûsrat Akin ku di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de di 30’ê Mijdara 2024’an de hatibûn girtin, piştî îtîraza parêzeran hatin tehliyekirin. Dundar û Akin ku li Girtîgeha Sîncan a Enqereyê dihatin ragirtin, piştî biryara tehliyeyê di saetên dereng de ji girtîgehê derketin. Dundar û Akin li pêşiya girtîgehê ji hêla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAYDER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Hevserokên Giştî yên Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ayfer Koçak û Ahmet Karagoz ve hatin pêşwazîkirin.

Hevşaredar Dundar li pêşiya girtîgehê daxuyaniyeke kin da û got ku li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene û wiha got: “Rewşa girtiyên nexweş mijareke cuda ye. Lewma di vê rewşê de zehmet e ku mirov keyfxweş bibe. Li hêla din operasyonên qirkirina siyasî didomin. Hevşaredarên me yên Akdenîzê û endamên meclisê bi awayekî neheq hatin girtin. Careke din îradeya siyasî ya gelê me xesp kirin. Ev rewş nîşan dide ku sepanên dijdemokratîk didomin. Lê hêviyek heye. Pêvajoyeke hêj nav lê nehatiye kirin heye. Di şexsê birêz Abdullah Ocalan de ji bo pêvajoyeke demokratîk û azadiya gelan bangek heye. Hêvîdarim bibe wesîleya azadiya gelên Tirkiyeyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar