Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

DYA: Soylu, Akar û Donmez di lîsteya guşarên DYA’yê de ne

Wezîrê Xizîneyê yê DYA’yê Steven Mnuchîn da zanîn ku di lîsteya guşaran de wezîrê parastinê yê dewleta tirk Hulusî Akar, wezîrê çavkaniyên enerjî û xwezayî Fatîh Donmez û wezîrê karên hundir Suleyman Soylu hene

Piştî ku serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku dê biryarnameya serokatiyê ya ji bo guşarên li ser dewleta tirk îmze bike, Wezareta Xizîneyê ya Amerîkayê ragihand ku wan 2 wezaret û 3 wezîrên dewleta tirk xistine lîsteya guşaran.

Di daxuyaniya Wezareta Xizîneyê ya DYA’yê ev tişt hatin ragihandin: “Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê û Wezareta Çavkaniyên Enerjî û Xwezayî ya Tirkyeyê, her wiha wezîrê parastinê Hulusî Akar, wezîrê çavkaniyên enerjî û xwezayî Fatîh Donmez û wezîrê karên hundir Suleyman Soylu di lîsteya guşarên DYA’yê de ne. Destnîşankirina van wezaret û wezîran, encama tevgerînên Tirkiyeyê yên ji bo xerakirina aştî û ewlehiya herêmê ye. Ger ku hewce bike em amade ne ku hinek guşarên din jî li yên heyî zêde bikin.”

Wezîrê xizineyê Steven Mnuchin jî wiha got: “DYA, hikûmeta tirk weke berpirsyarê zêdebûna tundiyê, xistina sivîlan a talûkeyê û ji bêîstiqrarkirina herêmê dibîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar