Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Cumartesi - 22 Şubat 2025

DYA wê mezintirîn tetbîqata 25 salên dawî ya li Ewropayê pêk bîne

Artêşa Amerîkayê wê li xaka Ewropayê tetbîqata herî berfireh a leşkerî ya 25 salên dawî pêk bîne

Fermandare yekîneyên bejahî yên Amerîkayê yê li Ewropayê General Chrîstopher Cavolî li Pentagonê ji rojnamevanan re axivî û ragihand ku wê di mehên Gulan û Hezîranê de li 10 welatên Ewropayê tetbîqata leşkerî bikin. Cavolî anî ziman ku armanca wan ‘nîşandana hêza xwe ye’ û xuya ye bi vê yekê re Rûsya nîşan da.

Cavolî anî ziman ku ji bo tetbîqata leşkerî ya Defender-Ewrope 20 wê tevî 9 hezar leşkerên li parzemîna Ewropayê her wiha bi deh hezaran leşkerên nû bişînin. Hate ragihandin ku wê 37 hezar leşker tevlî tetbîqatê bibin ku 29 hezar ji wan ji artêşa Amerîkayê û yên mayî jî wê ji welatên Ewropayê beşdar bibin. Her wiha wê bi giştî 13 hezar amûrên leşkerî ji parzemîna Ewropayê re bên şandin.

Li gorî agahiyan wê Amerîka yekîneyên xwe yên bejahî û hewayî û deryayî ji bo mezintirîn tetbîqata xwe ya 25 salên dawî ya li Ewropayê ji hewayî û deryayî ve bişînin Ewropayê. Di nava welatên Ewropayê de ku wê tetbîqata leşkerî lê bên kirin Polonya û Lîtvanya jî hene ku îdîayên “wê ji aliyê Rûsyayê ve bên dagirkirin” di dema dawî de tên bilêvkirin.

Artêşa Amerîkayê ji bo armanca tetbîqatê ji çapemeniyê re ragihand, “Wê kapasîteya artêşa Amerîkayê bê nîşandan ku ji bo bersivê bide krîzekê bi lez û bez hêzeke mezin a leşkerî bixe nava liv û tevgerê û piştevaniya NATO’yê bike. WASHÎNGTON

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar