Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Edaleta derengmayî

DMME’yê piştî 14 salan serlêdana 10 siyasetmedarên HADEP’î nirxand û Tirkiyeyê mehkûm kir. Dadgehê, “binpêkirinê” tespît kir û biryar da ku ji bo her siyasetmedarekî Tirkiye hezar û 500 euro tazminat razîne

Navenda Nûçeyan

Di 4’ê sibata 2001’an de siyasetmedarên kurd Serokê HADEP’a Sêrtê Ahmet Konûk, serokê navçeya Navendî yê Sêrtê Abdûrrahman Taşçi û rêveberên partiyê Suleyman Yaş, Mûhyettîn Tîmûrlenk, Abdûllah Gok, Emîn Batûr, Ahmet Destan, Mehmet Emîn Koneş, Bedrettîn Polat û Aysel Adar xwestibûn têkildarî windakirina serokê partiya xwe yê Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê partiye Ebûbekir Deniz daxuyanî bidin.

Ji bo daxuyaniyê ceza dabûn wan

Polisan destûr nedabû vê daxuyaniyê û siyasetmedarên navborî jî di nav de 41 kesî binçav kiribûn. Derbarê derbarê van 41 kesan de bi sûcdariya “muxalefeta qanûna meş û civînan” doz hatibû vekirin. Dadgeha Cezayê ya Esliyeyê ya Sêrtê, yek bi yek sal û 3 meh cezayê girtîgehê û 118 TL cezayê pere li her çil û yek kesî birîbû. Piştî biryar ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin her çil û yek kes jî hatibûn girtin.

Parêzer Reyhan Yalçindag, piştî darizandina 6 salan a muwekîlê xwe serok HADEP’a Sêrtê Ahmet Konûk, serokê Navçeya Navendî yê Sêrtê Abdûrrahman Taşçi û rêveberên partiyê Suleyman Yaş, Mûhyettîn Tîmûrlenk, Abdûllah Gok, Emîn Batûr, Ahmet Destan, Mehmet Emîn Koneş, Bedrettîn Polat û Aysel Adar ku ceza li wan hatibû birin, di sala 2007’an de serî li Dadegeha Mafê Mirovan a Ewropayê da.

DMME’yê Tirkiyeyê mehkûmê tazmînatê kir

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), piştî 14 salan vê serlêdanê nirxand û Tirkiyeyê mehkûm kir. Dadgehê, “binpêkirinê” tespît kir û biryar da ku ji bo her siyasetmedarekî Tirkiye hezar û 500 euro tazminat razîne.

Parêzer Yalçindag, biryara DMME’yê ya derbarê muwekîlên xwe de nirxand û diyar kir ku edaleta derengmayî ne edalet e û got ku di nav 20 salan de li Tirkiyeyê tiştek neguheriye û hê jî li dijî siyasetmedarên kurd û zext û pêkutî tên domandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar