Helwesta hikûmeta AKP’ê

Ji Cotmeha 2024'an û vir ve di rojava Tirkiyeyê û Kurdistanê de hevdîtinên bi Rêber Apo re hene. Ev rojava ku siyaseta herêmê ji...

Ger HSD nûnertiya Kurdan nake, Hewlêr jî nake!

Li Şamê piştî ketina rejîma Baas û hatina HTŞ bi serkêşiya Ebû Mohemed El-Colanî, her kes bi baldarî dişopîne ka rewşa Sûriyeyê ber bi...

Çarşamba - 19 Şubat 2025

Edhem Barzanî: Dema pêşîlêgirtina dagirkeriyê hatiye

Edhem Barzanî nameyek ji Serokatiya Herêma Fedaral a Kurdistanê, Iraq, Neteweyên Yekbûyî, partiyên siyasî û saziyên sivîl re şand û bal kişand ser metirsiya dagirkeriyê ya li ser Iraq û başûrê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan |

Endamê Encûmena Serkirdayetiya PDK’ê Edhem Barzanî di derbarê dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê de nameyek vekirî ji Serokatiyên Herêma Federal a Kurdistanê, Iraq, Netewên Yekbûyî, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re pêşkêş kir û bal kişand ser metirsiya dagirkeriya xaka Başûr.

Edhem Barzanî di nameya xwe de dibêje ku Kurdistan ketiye ber pêlek din a dagirkeriya artêşa tirk û wêrankirina xwezayê.

Barzanî di nameya xwe de wiha dibêje: “Wekî ku em hemû jê agahdar in di dema derbasbûyî de coxrafiya Herêma Kurdistanê bi giştî û devera Behdînanê xoşewîst bi taybet ketiye ber pêlek dijwar a dest bi serdegirtinê. Li gelek deveran artêşa dewleta tirk bi kûrahiya 40 kîlometran pêş de hatiye û xaka Kurdistanê xistiye di jêr şertên zehmet û ne yasayî a dagirkeriya leşkerî de.”

Di nameyê de tê gotin ku heta niha bi dehan welatî şehîd bûne û welatiyên deverê neçar dibin ji cih û warên xwe koçber bibin.

Wêrankirina xwezaya Kurdistanê

Di derbarê wêrankariya dewleta tirk ku li xwezaya Kurdistanê dike jî Barzanî dibêje; “Bi behaneyên xweparstinê warên ciwan ên Kurdistanê ku sermayeyek neteweyî ya kurdan e û mîrateyek hevbeş a mirovahiya cîhanê ye, bi awayek sîstematîk û plankirî tê şewitandin û talankirin.”

Edhem Barzanî ji bo pêşî lêgirtina dagirkeriyê ev bang dike: “Bang li desthilat û hemû aliyên berpirsyar dikim ku hemû hewldanek bikin, çi bi rêya guftûgo û danûstandinên dualî, çi jî bi rêya Iraq, Neteweyên Yekbûyî û welatên ku rêzê ji aşti û mafê mirovan re digirin, daku bikarin zextê bikin û sînorek li pêş sînor bezandin û dagirkeriyê bigirin.”

Dema lêxistina zengila metirsiyê hatiye

Di beşek din a nameyê de Edhem Barzanî îşaret bi metirsiya dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê dike û wiha dibêje: “Li gorî ezmûna borî ya dewleta tirk, her coxrafiyek û deverek di aliyê leşkerî de dagir kiribe, êdî ji wî cihî dernakeve. Belgeya herî zindî ya vê çendê jî Qibris û Îskenderiye ye. Dema lêxistina zenga metirsiyê hatiye ku em hemû bi hevre bê dudilî vê zengê lêxin, gelek cidî nêz bibin. Wext hatiye ku em hemû rêkarên navneteweyî bigirin ber û helwesta xwe rêkbixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar