Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

‘Êdî dema bidawîbûna AKP’ê hatiye’

Bi tevlêbûna gelek kesan li Amedê îro jî çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hat gotin ku Kurdistan ev sed sale bi polîtîkaya qeyûman tê birêvebirin. Her wiha çalakvanan destnîşan kir ku êdî dema bidawîbûna AKP’ê hatiye

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya çalakiya Nobeda Demokrasiyê de li Amedê bi tevlêbûna parlamenter, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatiyan, di roja 47’emîn de jî li Kolana Lîse ya Yenîşehîr a Amedê çalakiya Nobeda Demokrasiyê li dar xist. Endamên Lijneya Navendî ya Egîtîm Sen’ê û rêveberên şaxên wê yên bajar jî piştgirî dan çalakiyê.

Çalakî bi çepik û dirûşman dest pê kir. Piştre jî li ser navê girseyê hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik axivî. Uyanik da zanîn ku heta serkeftinê dê têkoşîna xwe bidomînin. Piştre jî li ser navê partiyên kurdistanî Sedat Dogan axivî û got ku ji bo edalet û azadiyê ev 47 roj in li ber xwe didin. Dogan destnîşan kir ku ev sed sale ku Kurdistan bi polîtîkaya qeyûman tê birêvebirin.

‘Têkçûna AKP’ê bi têkoşînê pêkane’

Li ser navê Egîtîm Sen’ê jî sekretera jinan a navenda Egîtîm Sen’ê Derya Yulcu axivî û wiha derbirî: “Di darbeyekê de çi pêk bên, hemû tişt pêk hatin. Lê êdî diqede. AKP hem li derve û hem jî li hundir êdî nikare tu polîtîlayan bimeşîne. AKP ber bi dawîbûnê ve diçe. Tevî hemû êrîşan jî em li vir in. Êdî divê AKP bi dawî bibe. Ev jî bi têkoşînê pêkane. Em ji bo wê îro li vir in.”

Nobeda Demokrasiyê bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar