Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 21 Eylül 2025

Êdî zevî vala dimînin

Demekê li Wanê û navçeyên wê silq dihate çandin lê îsal zevî vala man

Li Wanê, Westan, Bêgirî, Ebex û Erdîşê zeviyên bi bereket hene. Li van deran her cure mêwe û sebze dihatin danîn û berhemên vê derê hin bajarên Tirkiyeyê di serî de difirotin welatên din. Ji ber ku zeviyên wê bi bereket in di sala 1989’an de li Erdîşê fabrîkeya şekir hate avakirin.

Li Wanê bêkarî 80 ji sedî ye û îro kesên di fabrîkeya şekir a Erdîşê de dixebitin, piraniya wan ji bajarên Tirkiyeyê anîne. AKP’ê karkerên fabrîkeya şekir ji derve tîne û bi kotayên li ser berhemên çandiniyê him bêkarî zêde dibe û him jî li herêmê çandinî ber bi qedandinê ve diçe. AKP’ê bi krîza ekonomîk hilberandina silqê jî qedand. Silq a ku 30 sal in gel datanî, êdî hîç nayê danîn.

Salên borî li Wan, Agirî, Bedlîs û navçeyên wê li ser bi hezaran doniman silq dihate danîn. Bi hezaran kesan debara xwe bi danîna silqê dikirin. Ji ber ku zamên zêde yên li ser mazot û gubreyê û ji ber kotayên li ser silqê êdî cotkaran dev ji ajotina zeviyan berdan. Ji ber kotayê karker têra xwe nikarin silqê deynin. Mîktara ku dewletê diyar kiriye jî dibe sedema ku cotkar bixesirin. Silqa ku li ser kotayê ye jî di destê cotkaran de dimîne û dirize.

Cotkarên Wanê diyar dikin ku AKP’ê hilberîna li herêmê qedandiye û êdî hemû berhemên çandiniyê ji derve tîne. Cotkaran bal kişandin ser vî tiştî ku AKP û alîgirên wan dewlemend dibin û çandiniya li herêmê nayê hesabê AKP’ê. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar