Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Êlekzeran hişyariya çalakiyeke meztir kirin

Yek ji nûnerê Êlekzeran Maxîm Nîcolle ji bo çalakiyên Şemiyê got ku ‘rojeke dîrokî’ û diyar kir ku ji bo çalakiyên meztir ên heftiyên bê, xwe amade dikin

Yek ji nûnerê Êlekzeran Maxîme Nîcolle li ser Facebookê vîdeoyek par ve kir. Nîcolle di parvekirina vîdeya xwe de ev tişt ragihand: ”Îro we nîşan da ku hûn seferber bûne, hûn biryardar in û ev peyam diviya bihata dayin. Îro rojeke dîrokî bû, ji ber ku mirovan nîşan dan heke dê li dijî berjewendiya wan be dê tu caran destûrê dijî berjewendiyên xwe nedin.”

Nîcolle got bûyerên tundî û şewitandinê yên Şemiyê wan xemgîn dikin lê ev wiha bi carekê re çênebûne. Nîcolle tundiya polîsan a di çalakiyên beriya niha de bi bîr xist û wiha got: ”Bi ya min tundiyeke psîkolojîk e ku mirov ji bêgavî di navbeyna têrkirina zarokan xwe de an jî ji bo tedawiyê kirînda dermanan de tercîhê bike.”

Nîcolle bang li Serokkomar Emmanuel Macron jî kir û wiha got: ”Hûn dikarin kelepçê li me bixin, tu tiştek dê neguhere, ji ber ku mirov dê li kuçeyan bin. Heftiya were dê çalakî bidomin û heftiya dîtir dê li her deverê çalakî pêk bên.” PARÎS 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar