Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 25 Nisan 2025

Elmanya wê tazmînateke din bide mexdûrên Qirkirina Yahûdiyan

Hate ragihandin, Elmanyayê qebûl kiriye ku tazmînatê bide xizmên Yahûdiyên di Şerê Dinyayê yê Duyemîn de hatin qetilkirin û bi hezaran kesên ku hovîtiya Nazîzmê bi xwe dîtine.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû ragihand, ji bo beşek ji 220 hezar mexdûrên Qirkirina Yahûdiyan ên niha li Îsraîlê ne û ji Elmanyayê tazmînatê werdigirin, wê tazmînateke din jî werbigirin.
Netanyahû bi rêya Twitterê ragihand, herî kêm 5 hezar ji mexdûrên qirkirinê wê sûdê ji tazmînateke din werbigirin. Netanyahû diyar kir, li gorî vê tazmînatê wê her şexsek bi sedan Euroyî werbigire û got, “Ev gelekî girîng e. Mafê mexdûrane.”
Netanyahû anî ziman, ku hikumeta Îsraîlê jî wê alîkariya ji bo mexdûrên qirkirinê zêde bike.
Di dema Şerê Dinyayê yê Duyemîn de nêzî 6 milyon Yahûdî hatibûn qirkirin. Piştî ku Elmanya Nazî têk çû, piraniya Yahûdiyên sax man çûn Îsraîlê û Emerîkayê. Hinek jî vegeriyan welatên Ewropayê ku beriya şer lê bûn.ELMANYA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar