Şertê ewil azadiya fizîkî ye

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23'yê Cotmeha 2024'an de çûbû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Abdullah Ocalan...

Rêyên şaş dernakevin rastiyê

Desthilata AKP'ê şareradiyên DEM Partiyê, yek bi yek dagir dike. Di nava 11 mehan de, AKP'ê bi rêya daraza xwe dest danî ser 12...

Cuma - 28 Şubat 2025

‘Em bi hêrs in, êdî bêdeng namînin’

Navenda Nûçeyan |

Jin a Şengalî Olanîa Çendy ku dayika 4 zarokan bû, êvara Sêşemê li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê ji aliyê hevserê xwe ve bi kêrê hatibû qetilkirin. Daîreya ciwanan Jûgendamtê zarok xist bin sîwana xwe. Tê gotin ku Çendy beriya niha ji ber ku hevserê wê tundî lê dikir xwe li stargeha jinê girtibû.

Navenda Lihevkombûna Jinan (UTAMARA), Sîwana Meclisa Jinên Êzidî, Yekitiya Jin ên Elewî yên Demokratîk (YJAD), Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekitiya Jin ên Sosyalîst (SKB)  derbarê kuştina jina êzidî Onalîa Çendy daxuyaniyek dan û gotin ku ew bihêrs in û êdî bêdeng namînin.

Di daxuyaniyê de kuştina jinan a li Almanyayê hate bibîrxistin, hate gotin 2018’an li Almanyayê 122 jin hatine kuştin û nîvê wan ji hêla hevserên wan, hezkiriyên wan ve hatine kuştin.

Jinan diyar kirin ku kuştina jinan femînîsîd e, piraniya jinan di malê de hatine kuştin û mal jî ji bo jinan ne cihekî ewle ye û wiha gotin: “Kuştina Onalia Çendy bi vî awayî bûye. Ew 30 salî bûye û çar zarokên xwe dihêle. Onalia Çendy di mala xwe de bi destên hevjînê xwe, bavê zarokên xwe ve hatiye qetil kirin. Mala wê bi xwe jê re ne ewle bûye. Ev neyê serê tu kesî, tu zarokeke dayîka xwe winda neke. Em ji hemû malbat, nas û dostan re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku di wan demên zor û zehmet de li kêleka wan bin.”

Saziyên Jinan bal kişandin tundiya li ser jinê, diyarkirin gelek rê û rêbazên tundiyê hene, kêmkirin, heqaret, hesûdî, lêxistin, îşkence, tecawiz, kedxwarî û hwd. nîşan dan û gotin ya ku dibe sedema kuştina gelek jinan ev tundî ye.

Her wiha saziyên jinan bang li jinên Almanyayê kirin ku rabin ser pêyan û li dijî tundiyê têbikoşin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar