Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

‘Em bi hêza cewherî derbê li dagirker û çeteyên wê dixin’

Şervana YPJ’ê Tolhildan Amed diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê li ser gelê me êrîşên pir dijwar pêk tînin û wiha got: “Em îro li eniyên berxwedanê bi hêza xwe ya cewherî derbên giran li dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dixin.”

Dewleta Tirk a dagirker 38 rojin bi çeteyên DAIŞ-SMO’yê bênavber êrîşî ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Şervanên HSD-YPJ’ê û gelên herêmê li hemberî êrîşan berxwedanek bêhempa nîşan didin. Gel û şervanên xwe bi çalakî û nobetan li axa xwe xwedî derdikevin. Gel di her kêliyê de bawerî û hêza xwe ya berxwedanê tîne ziman. Şervanên YPJ’ê jî biryariya xwe tînin ziman.

Yek ji wan jî, şervana YPJ’ê Tolhildan Amed e ku yek ji şervanên di eniyên berxwedanê yên Qereqozaxê de cih digre. Tolhildan Amed, rewşa eniyên Qereqozax û berxwedaniya gelê herêmê nirxand. Şervana YPJ’ê Tolhildan Amed diyar kir ku dewleta Tirk bi awayekî hovane êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û wiha domand: “Em şervanên YPJ’ê û HSD’ê li eniya berxwedana Qereqozaxê cihê xwe digirin. Dewleta Tirk û çeteyên xwe li ser gelê me êrîşên pir dijwar pêk tînin. Em îro li eniyên berxwedanê bi hêza xwe ya cewherî derbên giran li dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dixin.”

Tolhildan Amed destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêbazên herî hovane êrîşî gel û welat dike û wiha berdewam kir: “Em li hember êrîşên dagirkeriyê bêdeng namînin, emê heta dawiyê liberxwe bidin. Emê êrîşên dagirkeriyê bê bersiv nehêlin. Dijmin çiqas êrîşên dagirkeriyê zêde bike emê jî wek şervanên YPJ’ê bersiva van êrîşan bidin. Heta dilopek xwîna me jî hebe, li berxwe bidin. Gelê me êrîşên li axa xwe qebûl nake. Gelê li Bendava Tişrînê berxwedaniyeke dîrokî nîşan didin. Gelê me ji dil û can li hemberî balafirên şer yên dewleta Tirk bê tirs xwedî li şervanên xwe û welatê xwe derdikevin. Sekna gelê me yê berxwedêr ji dagirkeriyê re bersiva herî mezin e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar