Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, têkildarî geşedanên li herêmê û xebatên yekitiya neteweyî ya Kurd ji Ajansa Welat re axivî. Aldar Xelîl derbarê êrîşên çeteyên DAIş-SMO yên dewleta Tirk a dagirker de anî ziman ku tu berjewendiya wan ji gelê Suriyeyê re nîne û ew li gor daxwazên Tirkiyeyê tevdigerin.
Aldar Xelîl bi lêv kir ku Tirkiye bi destê komên çekdar dixwaze Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji holê rake û ev tişt gotin: “Dixwazin Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji holê rakin û siyaseta qirkirinê li ser gelê Kurd bidin meşandin. Ew komên çekdar bi salan e ji aliyê Tirkiyeyê ve dihatin amadekirin. Tirkiye hem di dagirkirina Efrînê de hem jî di dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê de bi van komên çekdar re di têkiliyê de bûn. Bi destê van çeteyan dagir kirin.”
Aldar Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên li ser herême nekare bigihêjê armanca xwe û wiha domand: “Armanca wan ew e ku bi mîsak-i miliyê tevahiya Suriyeyê dagir bike. Ji ber wê jî dixwazin ji vê aloziya Suriyeyê sûd bigirin. Ji ber wê jî ew pirsgirêk ne tenê ya me ye ya tevahiya Suriyeyê. Li dijî vê yekê me jî bang li hemû aliyan kir ku bi tevlîbûna hemû pêkhate, gel û hezên Suriyeyê civînek bê li darxistin û em rewşa welatê xwe nîqaş bikin. Em di hundirê Suriyeyê de ne. Me negotiye em ê Suriyeyê parçe bikin û dewleteke nû ava bikin. Lê Tirkiye tevî vê hincetan digere û êrîşî herêma me dike. Welatiyên sivîl şehîd dikin, rojnamevanan şehîd dikin, êrişî binesaziya herême dikin yanî êrişî her derê dikin. Em jî li dijî vê yekê dixwazin di nava Sûriyeyê de bi rêveberiya xwe ya xweser bijîn. Jixwe vê yekê ne gelên Sûriyeyê û ne jî yên Tirkiyeyê qebûl nake. Projeya Netewa Demokratîk, Sûriyeyê parçe nake bi pêş ve dibe.”
Aldar Xelîl bal kişand ser xebatên yekitiya neteweyî ya Kurd û wiha axivî: “Niha li Sûriyeyê qonaxeke nû dest pê kir. Di vê qonaxa nû de hewldanên hemû pêkhate û hêzan çêbibin ku mafên xwe bi dest bixin. Em jî li ser vê yekê Sûriye wê çawa be û di vê Sûriyeya nû de rewşa Kurdan wê çi bibe, me dest bi xebatên yekitiyê kir. Ne tenê ENKS’ê bi hemû partiyên Kurd re em dixwazin yekitiyeke ava bikin. Birêz Mazlûm Ebdî jî di vê mijarê de însiyatîfek pêş xist. Me jî got em ji bo yekitiyê amade ne. Lê ya ku em dibinin partiyên din ji bo yekitiyê ne amade ne. Xuyaye îradeya ENKS’ê ne di destê wan de ye. Yanî hinek dibêjin qey ENKS’ê nebe yekitiya Kurdan ava nabe. Ew şaş e. Yekitiya Kurdan cuda ye lê tifaqa partiyên Kurd ji bo projeyeke cuda ye. Yekitiya Kurdan jixwe heye. Kurdan îradeya xwe nîşan daye. Divê baş bê zanîn ku em dev ji felsefeya Neteweya Demokratîk bernadin. Lê di mijara mafê Kurdan de em fikra xwe bikin yek.”
Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di demên pêş de ew ê konferansekê li dar bixin û got: “Partiyên ku tev li vê konferansê nebin û nîqaş nekin wê li derve bimînin. Yanî dema em kom bûn partiyek nehat ew partî dê li derve bimîne. Yanî partiyên ku hatin civatê ew partî wê li ser herêmê bi nêrîn û nîqaşan biryaran bigirin û nêrînên xwe bikin yek.”