Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

‘Em dixwazin bijî’

Mûstafa Koçak ku ji ber doza cinayeta Dozger Mehmet Selîm Kîraz cezayê muebeta giran lê hat birîn, ji bo li dadgeha adil û serbixwe bê darizandin dest bi greva birçîbûnê kiribû. Lê belê ji ber daxwaza wî nehat qebûlkirin Koçak greva birçîbûnê veguherand rojiya mirinê Xwişka wî Ayşe Koçak diyar kir ku ew dixwazin birayê wî bijî û ji bo vê li benda alîkariyê ne

Dozgerê Komarê Mehmet Selîm Kîraz, di 31’ê adara 2015’an de li Edliyeya Stenbolê hatibû kuştin. Ji ber kuştina Kîraz 4 jê girtî 14 kes li Dadgeha Cezayê Giran a 27’an a Stenbolê hatin darizandin. Dadgehê di 11’ê Tîrmehê de derbarê bersûcan de biryar da. Di biryarê de cezayê muebeta giran li Mûstafa Koçak û Mûrat Canim hat birîn. Lê belê Mûsafa Koçak diyar kir ku li dadgeheke adil û serbixwe nehatiye darizandin û ji ber vê li Girîgeha Jimare 2’yan a Şakran a Îzmîrê, ji bo li dadgeheke adil û serbixwe bê darizandin û ji bo îşkencekar bên darizandin ketibû greva birçîbûnê. Koçak, di roja 90’î ya greva birçîbûnê de çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Koçak, 9 roj in di rojiya mirinê de ye. Xwişka wî Ayşe Koçak xwet daxwazên birayên wê bên qebûlkirin.

‘Em dixwazin bijî’

Xwişk Koçak bilêv kir ku ew dixwazin birayê wê bi awayekî adilane û li dadgeheke bêalî û serbixwe bê darizandin û wiha got: “Em ji bo Mûstafa Koçak doza edaletê dikin. Ji bo li dadgeheke adilen bê darizandin bedena xwe daye ber mirinê Em malbata wî dixwazin ew bijî û ji bo vê li benda desteka her kesî ne.”

Her wiha Koçakê diyar kir ku ji ber ku birayê wê di telefonê de ji diya wê re helbesta “Derbarê Jiyanê de” ya Nazim Hîkmet xwendiye, îdareya girtîgehê cezayê hevdîtinê lê biriye.

Her wiha dê ji bo Mûstafa Koçak û endamên Grûp Yorûmê yên girtî, di 13’ê cotmehê de bi daxwaza “Em Edaletê Dixwazin” ji Kartala Stenbolê ber bi Enqereyê ve meşek bê lidarxistin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar