Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

‘Em ê di 2020’an de têkoşîna xwe bidomînin’

Meclisa Jinan a HDP’ê peyama 2020’an weşand û diyar kir ku wekî sala 2019’an dê di sala 2020’an de jî li dijî pergala qeyûm ku dixwazin li welat ava bikin têkoşîna xwe berdewam bikin

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo sala 2020’an peyamek weşand. Meclisa Jinan a HDP’ê anîn ziman ku dê di sala 2020’an de li dijî polîtîkayên ku dijminantiya jinê dikin serî netewînin û bi rêngê jinê tekoşîna xwe bêtir mezin û bilind bikin û wiha gotin: “Me jinan, li dijî polîtikayên ku dijminantiya jinê dike serî netewand û em serî natewînin. Wekî sala 2019’an, em dê di sala 2020’an de jî li dijî rejîma qeyûm ku dixwazin li welat ava bikin têkoşîna xwe berdewam bikin. Bloka faşîst a AKP-MHP’ê, li dijî jinên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê di nava siyasetê de cih digirin, li dijî tevgerên femînîst û jinên muxalîf ên jinan, êrîşên xwe berdewam dike. Dixwazin têkoşîna jinê krîmînalîze bike û rêxistinbûna jinê lawaz bike. Li aliyekî qeyûm tayînî şaredariyan kir, li aliyê din pergala hevserokatiyê û saziyên jinan krîmînalîze dike. Bi daraz û medyaya xwe vê yekê reş dike. Bloka faşîst a AKP-MHP’ê li dijî tevgera jinan, meclisa jinê ya HDP û TJA’yê êrîşên xwe didomînin. Dixwazin jinan li dervê jiyanê û siyasetê bihêlin û jinê bê vîn bihêlin. Bi îdîanameyên vala xebatên TJA û rêveberiyên herêmî wekî ‘sûc’ nîşan dan. Hemû xebatên jinan sûc dibînin.

Em wekî Meclisa Jinan a HDP’ê, serî li hemberî van polîtîkayan netewand û ji niha û şûnde jî em serî li hemberî wan natewînin. Wekî sala 2019’an em ê di sala 2020’an de jî li dijî rejima qeyûm têkoşîna xwe berdewam bikin.

Hevserokatî xeta me ya mor e. Xebatên jinê nayên krîmînalîzekirin. Bijî Piştevaniya Jinan.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar