Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

‘Em ê di her qadên jiyanê de bin’

Meclisa Ciwanên HDP’ê, li dijî operasyonên binçavkirinên ên di demên dawî de li ser endamên wan daxuyaniyek da û diyar kir ku dê di her qadên jiyan û siyaseta demokratîk de cihê xwe bigirin

Meclisa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê zext û operasyonên binçavkirinê li ser endam û rêveberên xwe de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê ve hat weşandin de, bertek nîşanî zext, revandin, ferzkirina sîxurî û binçavkirinan hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirina ku desthilatdariya ku tu rewabûna wê nemaye, dixwaze bi hêzên tarî welat bi rêve bibe û wiha hat gotin: “Em dixwazin hemû beşên civakê bi awayekê mirovî bijîn û em vê yekê diparêzin. Em carek din, dixwazin bêjin ku em ê jiyanek azad ava bikin. Em ê tecrîd tune bikin û faşîzmê hilweşînin.”

Meclisa Ciwanên HDP’ê, di daxuyaniya xwe de ev peyam da: “Bi gelan, ciwanan, jinan û zarokan serdemeke herî bi qirêj a dîrokî tê jiyîn. Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê, her roja diçe, asta faşîzmê bilind dike û dixwaze civakê bê nefes bihêle. Di şexsê gelê kurd de êrîşî hemû nirxên gelan dikin û hewl didin civakê bi tenê ava bikin. Lê em ê di her qadên jiyan û siyaseta demokratîk de cih bigirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û em bi biryar in ku wan ji textê wan bînin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar