Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

‘Em ê encamên lêkolînê radestî parlamento û hikumetê bikin’

Serokê Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê êrîşa li ser balafirxaneya Silêmaniyê şermezar kir û got: “Emê encama lêkolînê belav bikin û radestî serokatiya parlamentoyê û hikumeta Iraqê bikîn.”

Şandeyek Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînakirina êrîşa ser balafirxaneya Silêmaniyê, bi serokatiya serokê Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê Ebas Zamlî gihiştin Silêmaniyê.

Serokê Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê Ebas Zamlî beriya serdana cihê bûyerê bike, daxuyaniyek çapemeniyê da.

Ebas Zamlî got; “Bê guman parlamentoya Iraq û taybet jî Lijneya Ewlekarî û Parastinê, piştgiriyê didin hemû birayên me yên Silêmanî û başûrê Kurdistanê. Em êrîşa ser balafirxaneyê şermezar dikîn. Derbarê lêkolînê de, emê encaman bikin rapor û radestî serokatiya parlamentoyê û piştre hikumeta Iraqê bikin.”

Zamlî di dewamê de got ku ewê weke lijneya Ewlekarî û Parastinê rapora xwe amade bikin daku çawa Hikumeta Iraq bersiva êrîşa ser balafirxaneya Silêmaniyê bide.

Di dewamê de Ebas Zamlî dibêje; “Beriya niha li Hewlêrê jî êrîşî balafirxaneyê hate kirin, ji bo vê bang li Hikumeta Iraqê dikin, raporek li ser êrîşên dewleta tirk ji Neteweyên Yekbûyî re bişîne.”

Piştî Ebas Zamlî, serokê feraksiyona YNK’ê ya li parlamentoya Iraqê Kemal Axa axivî û got; “Lijne lêkolînek dirûst dike, ji bo ku ev binpêkirin carek din dûbare nebe, em ê jî rapora xwe radestî wan bikin. Ev êrîş nayê qebûlkirin, ji bo ku hemû êrîşên ser Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê bên rawestandin, em ê hewl bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar