Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 1 Mayıs 2025

‘Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Serok Apo têbikoşin’

Saziyên civakî û rêveberiyê yên Şengalê bi daxuyaniyekê li ber tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn û gotin, “Civaka me wê her tim di nava tevgerê de be. Em ê heta azadiya fizîkî ya Serok Apo têbikoşin.”

Girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şengalê jî fikaran zêde dike. Nûnerên saziyên civakî û rêveberiyê yên Şengalê li ber avahiya Meclisa Gel a Til Izêr li ser mijarê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Bi navê Meclisa Xweser a Şengalê, Rêveberiya Xweser a Şengalê û saziyên bajêr Xelîl Hecî daxuyanî da.

Xelîl Hecî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bi bîr xist ku di sala 2014’an de yên bi hawara wan ve hatin û ew ji fermanê rizgar kirin şagirtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn û ev tişt anî ziman:”Yê ku rojane li me difikire û bi fikrê xwe me diparêze jî careke din Serok Apo ye. Em bang li CPT, saziyên mafên mirovan dikin ku bi lez bikevin nava liv û tevgerê, xwe bigihînin Rêber Apo û hevdîtinê pê re bikin.”

Xelîl Hecî di daxuyaniyê de diyar kir ku 2 sal in hevdîtin bi Ocalan re nayê kirin, agahî jê nayê girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em weke civaka êzidî, em aştîxwazin. Ji xwe me gelek êş û azar û zilm kişandiye. Bivê nevê ji bo Serok Apo em jî dikevin fikaran. Tecrîda  li ser Serok Apo cihê şermezariyê ye. Em bang li hemû civakan dikin ku li Serok Apo xwedî derkevin. Çawa dibe ku mirovahî bêdeng be. Bi milyonan mirov bi fikir û ramanên wî yên xweseriya demokratîk xwe bi rêve dibin û serokê vî fikr û felsefê di girtîgehan de ye. Ev yek çawa dibe? Em tecrîdê qebûl nakin. Civaka me wê her di nav tevgerê de be. Em ê heta azadiya fizîkî ya Serok Apo têbikoşin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar