Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 28 Ekim 2025

‘Em ê li dijî tecawizê dengê xwe bilind bikin’

Hevparên TJA’yê yên Wanê diyar kirin ku ji ber gotin û pêkanînên desthilatdariyê tecawîza li dijî zarokan zêde bûye û banga têkoşîna hevpar a li dijî tundî û tecawizê kirin

Li Wanê Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê zêdebûna êrîşa zayendî û tundiya li hemberî jinan û zarokan li baxçeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyanî da çepemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, parlamentera HDP’ê ya Muşê Şevîn Coşkun û aktivîstên TJA’yê tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê aktîvîsta TJA’yê Hawar Derya ve hat xwendin.

Derya bal kişand ser polîtîkaya îktîdarê ya li hemberî êrîşa zayendî û diyar kir ku îktîdar bi nedayîna cezayan îstîsmarê meşrû dikin û wiha got: “Hişmendiya mêr di dema neolotîkê heta niha zirar daye jin û xwezayê. Her roj tundiya li hemberî jinan û zarokan zêde dibe. Li hemberî pêşî girtina tundiyê tiştek nayê kirin. Îktîdar her roj behsa mafê jinan û zarokan dike, lê tu kes biqasî îktadarê bi van polîtîkayan mafên jin û zarokan binpê nake. Em ê bi hev re bi hêzbin û em ê bi hev re biqîrin. Li dibistanê, malê û li kolanan gelo çiqas zarok bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma? Bi sedan û bi hezaran zarok çiqas dengê xwe derxistin lê dengê wan nehat bihîstin û wekî çareserî bi êrîşkaran re hatin zewicandin. Gelo êrîşkar hatin cezakirin? Em serî hildidîn û bêdeng namînîn.”

‘Pêwîst e jin têbikoşin’

Her wiha Derya da zanîn ku ew ê her tim li dijî hişmendiya desthilatdar têbikoşîn û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Li kolan, mal û li girtîgehan li her derê êrîşa zayendî pêk tê. Em jin diyar dikin ku em ê vê yekî qebûl nekîn û dengê têkoşîna xwe bilind bikîn. Banga me ev e; Mêrê desthilatdar bila destê xwe ji jinan û zarokan bikişîne. Divê hişmendiya îktîdara heyî bê guhertin. Pêwîst e em jin hemû bibîn yek û li dijî vê têbikoşîn.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar