Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

‘Em naxwazin saniyekê jî bê Rêber Apo derbas bikin’

Komek ji ciwanên ku tevlî nava refên gerîla bûne ev tişt anî ziman: “Em weke ciwanên ku sond xwarine bi Rêbertî re bijîn. Em êdî saniyekê jî bêyî Rêbertî naxwazin derbas bikin. Bîranînên hevrêyên me yên ku ruhê berxwedêr ê jin û ciwanan temsîl dikin rênîşên me ne.”

Ciwanên paradîgmaya xwe Rêber Apo û berxwedana PKK-PJAK’ê hîn dibin yekser berê xwe didin çiyayên azad û tevlî nav refên gerîlayên azadiyê dibin. Komek gerîlayên ciwan ên tevlî nav refên gerîlayên azadiyê bûne sedema tevlîbûna xwe vegotin. Gerîlayên azadiyê yên ciwanên nû tevlê bûne bi gotina; “Em refên gerîla yên ku li dijî faşîzm û îstîsmarê jiyana exlaqî û însanî diparêzin, weke warê xwe ya heqîqetê dibînin” ragihand ku ew tevlî nava refên gerîla bûne.

Gerîlayên azadiyê ku li çiyayên Kurdistanê daxuyanî dan wiha gotin: “Xwestin jiyaneke bêyî Rêbertî bi me bidin pejirandin. Ev nêzî 4 sal in bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Em weke ciwanên Apoyî dixwazin diyar bikin ku, em êdî saniyeyeke jî bêyî Rêbertî jiyanê qebûl nakin û dê qebûl nekin. Em bi îrade û ruhê şehîdan li dijî tecrîda 26 salan û faşîzmê têdikoşin û berê xwe didin Rêbertî û çiyayên azad.”

Ciwanan destnîşan kir ku mêtingerên faşîst ji bo tesfiyekirina Rêber Apo û Tevgera Azadiyê her cure planên qirkirinê dixin meriyetê û wiha domandin; “Li hemberî vê yekê gerîlayên YJA-Star û HPG’ê li Zap, Avaşîn û Metînayê destana berxwedanê dinivîsînin û bi operasyonên şoreşgerî hesab ji mêtingeriya faşîst, çekên kîmyewî û qedexekirî dixwazin û têk dibin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de divê her kes wezîfeyên xwe bi cih bîne. Divê hemû ciwan û jinên ciwan, gelê me yê hêja bizanibe ku, jiyana di sîwana faşîzmê de mirov nikare weke jiyan binav bike. Faşîzm ji bilî koledariyê tiştekî ku bide me nîn e. Em jiyaneke bi sîstemeke bi vî rengî ya hov, tecawizkar, desthiladar ku her roj jin, zarok û ekolojiyê qetil dike, vîna gel tine dihesibîne û her roj bi sedan mirovan davêje zindanan re, qebûl nakin û dê nekin jî.”

Ciwanan, dan xuyakirin ku wan bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd ên bi navê Bîşeng, Sara û Tolhildan ku ruhê berxwedêr ê ciwantî, jin û ciwanan temsîl dikin weke rênîşên xwe dibînin û gotin, “Em bi ruhê wan ê şerkeriyê tevlî Rêbertî dibin. Em weke ciwanên ku sond xwarîne bi Rêbertî re bijîn, em refên gerîla yên ku li dijî faşîzm û îstîsmarê jiyaneke exlaqî û însanî diparêzin, mîna warên xwe ya heqîqetê dibînin. Her ciwanek ku dixwaze bi rengekî azad, însanî û bi rûmet bijî, li çiyayên azadiyê xwedî cihekî ye. Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwan û jinên ciwan dikin ku heqîqetê nas bikin û biherikin nava refên PKK û PAJK’ê! Em bang li her kesî dikin ku di rêya Bîşengan, Sarayan û Tolhildanan de agirê berxwedanê geş bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar