Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatin binçavkirin

Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ên li ber Edliya Rihayê çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ li dar dixin carek din hatin binçavkirin

Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ku bi daxwaza ‘Edaletê’ li pêş Edliyaya Rihayê çalakiya nobetê dane destpêkirin di roja 22’yemîn de didomînin. Di kêliya ku Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît çalakiya xwe didomandin ji aliyê polîsan ve bêyî ku tu hincet were nîşandan hatin binçavkirin.

Malbat ji 9’ê adarê ve çalakiya xwe didomîne. Emîne Şenyaşar di 15’ê adarê de bi hinceta ‘heqaret li wezîfedarê cemaweriyê kiriye’ hatibû binçavkirin û pişt re hatibû berdan. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît di 25’ê adarê de jî bi hinceta ‘muxalefetiya qanûna civîn û meşên xwepêşandanê kirine’ hatibûn binçavkirin û du re hatibûn berdan. Ferît Şenyaşar duh li ser gilîkirina birayê Îbrahîm Halîl Yildiz ê wekîlê AKP’ê, Suleyman Yildiz çûbû Miduriyeta Polîsan a Pirsûsê û îfade dabû.

Şenyaşar li ser hesabê xwe yê Twitterê vê daxuyaniyê da: “Têkoşîna me ya edaletê di roja 22’yemîn de li qesra edaletê didome. Serdozger her roj di ber me de derbas dibe. Li me dinêre lê me nabîne. Her çiqas serdozger û Wezîrê Dadê me nebînin jî lê qîrkirina me ya edaletê li her bajarê Tirkiye û li welatên Ewropayê tê bihîstin û piştevaniya ji bo me didome.”

Hevjînê Emîne Şeyaşar, Haci Esvet Şenyaşar û du lawên wê di êrîşa AKP’iyan de beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsa Rihayê hatibûn qetilkirin û lawê wê Fadil Şenyaşar jî girtî tê darizandin. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar