Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Emniyet ambûlans û qeyûm jî mala şînê neda

Cenazeyê siyasetmedarê kurd Hasan Eskîcîoglu yê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, duh nîvê şeve bi darê zorê di bin dorpêça polîsan de hat veşartin. Her wiha polîsan ji bo cenazeyê ambulans û qeyûma Nisêbênê jî mala şînê neda malbatê

Siyasetmedarê kurd Hasan Eskîcîoglu yê 7 meh berê bi îdiaya ‘Endamê rêxistinê ye’ hatibû girtin, duh li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Eskîcîoglu ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Mêrdînê. Dihat payîn ku dê cenaze îro were definkirin. Lê bi zordestiya polîsan cenaze nîvê şevê ji aliyê malbatê ve di dorpêça polîsan de hat veşartin.

Malbatê ji bo veguhestina cenazeyê ambûlans xwest lê bi gotina ‘ferman heye’ nedan malbatê.

Malbatê bi derfetên xwe cenaze bir Goristana Hecaca ya Nisêbînê û di bin dorpêça polîsan de cenaze hat veşartin. Balkêş bû ku Midurê Emniyeta Nisêbînê Murat Sonmez jî cihê xwe di nava dorpêçê de girt.

Polîsan ji bilî 4 ferdên malbatê nehiştin kes beşdarî merasîmê bibe.

Şaredariya Nisêbînê ya ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, mala şînê neda malbatê. Ji ber vê yekê şîna Eskîcîoglu li mala wî hat danîn. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar